Nasnameya 7 şervanên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerkekirin

QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, eşkere kirin.

Nasnameya 7 şervanên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerkekirin
5 mijdar, 2019   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê de şehîd bûne, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êriş û hedefgirtina bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêserûber bêyî cûdabûna di navbera sivîl û leşkeran de didomînin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gelek eniyan berxwedaneke bêhempa li dijî van êrişan raber dikin. Di şerê bersivdanê de hejmara şervanên me gihiştin asta şehadet û şerefê.

Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk soz didin şehîdan û malbatên wan ku em ê bersiva dijminatiya Tirkiyê bidin ku herêmên me dike hedef."

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Xelîl

Nav û paşnav: Îbrahîm Etellah El-Xeyrî

Navê dayikê: Yazî

Navê bav: Etellah

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 13‘ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Derwîş Garzan

Nav û paşnav: Fehmî Şerîf

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Şerîf

Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Zirganê- 31‘ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Îdan Hesekê

Nav û paşnav: Şibil El-Ehmed

Navê dayikê: Wedha

Navê bav: Hemîd

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê - 11‘ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Maysro Derdo

Nav û paşnav: Hemedullah Xelîl

Navê dayikê: Sultana

Navê bav: Xelîl

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê- 17‘ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Ronî Simko

Nav û paşnav: Emîr Rindî

Navê dayikê: Şadiya

Navê bav: Ebdurehman

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê- 17‘ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Kendal Jiyan

Nav û paşnav: Abdullah Nesan

Navê dayikê: Nûra

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Elîşêr

Nav û paşnav: Mûsa El-Xidir

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Xidir

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir- 1`ê Mijdara 2019`an