Dîrok: Artêşa Tirk ji vîna jinê ditirse

Ji Fermendarên YPJ‘ê Dîrok a li eniyê gundê Til Werd ê Zirganê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî gund dike û destnîşan kir ku ew wek YPJ`ê nahêlin çete pêşkevin.

Dîrok: Artêşa Tirk ji vîna jinê ditirse
5 mijdar, 2019   18:15
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, li hemberî van êrişan şervanên QSD‘ê berxwedaneke bêhempa raber dikin û nahêlin çete gav pêş de bavêjin.

Rojnamevan Rûken Cemal ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker ve yên li ser herêma Serêkaniyê û gundên girêdayî wê rewşa eniyan dişopîne. Fermendara YPJ`ê Dîrok a li eniyê gundê Til Werd ê girêdayî navçeya Zirgan ji Rûkenê re behsa rewşa gundê kir.

Dîrok got, "Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji du rojan ve di nava hewldanan de ne da ku gundê Til Werd dagir bikin û bi dijwarî êrişî gund dikin. Hêzên me bi lehengî bersiva êrişan didin. Ji aliyekî din ve balafirên şer gelek malên sivîlan wêran kirin û komkujî li gund pêk anî."

Dîrok anî ziman ku wek şervanên YPJ`ê nahêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li gundê Til Werd pêşkevin û berisva xurt bidin wan.

Fermandara YPJ‘ê Dîrok destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker ji vîna jinê bi taybet a şervan ditirse, ji ber wê di destpêka êrişên xwe de her du şervan Amara û Çîçek û sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kirin hedef.

(şx)

ANHA