Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome

Li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya ciwanan sedan kesî bi meşeke mişeleyî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermzar kirin.

Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome
Nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome
5 mijdar, 2019   17:14
QAMIŞLO

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a a Sûriyê li bajarê Qamiloyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşeke bi mişeleyan hate li darxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Azad "Sonî" ya aliyê rojhilatê bajêr dest pê kir û di nava kolanên bajêr de geriya. Di meşê de pankartên silavkirina Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, alên tevgerên ciwanan û QSD‘ê hatin hildan û dirûşme hatin berzkirin.

Meş li ber çerxerêya şehdîd Rûbar rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li herêma Cizîrê Miwefeq El-Ehmed aixvî, anî ziman ku erdîngariya biçûk a li dijîn li cîhanê deng venda, doza gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye dozeke cîhanê û got: "Ev serkeftineke mezin ji bo şoreşa me ye ku bi keda şervanên QSD‘ê hatine bidestxistin."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Çi dibe bila bibe em li ser xaka xwe û dest jê bernadin."

ANHA