Mijarên rojnameyên erebî- 5 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşdanên li bakur û rojhilatê Sûriyê, hewldanên Rûsyayê yên çareseriya siyasî, her wiha geşedanên li Libnan û Iraqê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî- 5 Mijdarê
5 mijdar, 2019   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeriq El-Ewset: Moskova xebatên "Makzagonê"pêş dixe û lihevhatina Sûçî`yê pêk tîne

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî "Rûsiya hewl dide ku pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li Sûriyê bi hev re girê bide, li aliyekî lihevhatina Sûçî`yê ya bi Anqerê re li akur rojhilatê Sûriyê pêk tîne li aliyê din xebatên komîteya makzagonê pêş dixe ku dixwaze bibe destpêka pêvajoya siyasî ya dawiyê, li gorî ku wezîr Lavrov dibêje.

Wezareta parastinê ya Rûsyayê raginand ku hevdîtinên du rojên dawiyê di navbera leşkerên Rûs û Tirkan de bi dawî bûn, di hevdîtinên ku li deriyê Dirbêsiyê yê sînor di navbera Sûriyê û Tirkiyê de pêk hatin, mijarên pêkanîna lihevhatina Sûçî`yê hatin nirxandin, her wiha mijarên girêdayî dewriyeyên hevbeş û mijarên girêdayî liv û tevgera Amerîkayê û ya leşkerên Sûriyê.

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Rûsyayê, hinek astengî li pêşiya pêkanîna lihevhatina Sûçî`yê derdikevin, ku nêrîna Rûsyayê û ya Şamê der barê lihevhatinê de ne mîna hev in, Moskova ji helwestên rejîmê ne razî ye, li gorî Moskovayê êdî dem hatiye rejîm helwestên xwe buguhere û hin reforman pêk bîne û rêyên diyalogê bi Tirkiyê û aliyên opozisyonê re veke".

Hin çavdêran gotin ku mijar ne pir aloz e, her wiha diyar kirin ku rejîm nikare di nava şev û rojekê de helwestên xwe biguhere. Lêkolîner Andre Otken ji Al-Şarq Al-Awsat re got "Ew daxuiyaniyên giran û bi hêrs di navbera rejîmê û Tirkiyaya Receb Tayyp Erdgoan de, nikare rastiya ku rejîm li ser erdê lihevhatina Rûsiya û Tirkiyê pêk tîne, veşêre".

Lê rexneyên ku Rûsya li rejîmê dike, ji rejîmê re mîna nameyekê ne, her wiha ji aliyên Europî û herîmî  re jî, ku Moskova bi rastî dixwaze pêvajoya siyasî pêşde bide".

Otken di vê der barê de dibêje ku nêrînên Moskova û şamên der barê vê dosyayê de ne mîna hev in, ev nîşan dide ku Rûsiya dixwaze pêvajoya diyalogê pêş bixe, makzagoneke ku berjewendiyên hemû pêkhateyan, di nav de jî Kurdan, misoger bike, saz bike. Her wiha dibe ku lihevhatin çê bibe û sistemeke federal bête ava kirin. Lê rejîm dibêje bila makzagona sala 2012`an bête sererastkirin û xweşikkirin. Lê dîse pispor dibêjin ku ev nakokî nayê wateya ku her dû alî dûrî hev in "ji xwe Moskova ne li bendê ye ku rejîm raste rast xwe buguhere, ew bidêje dê pêngav bi pêngav pêk bê".

El-Ereb: Lûbnanî behsa isyana sivîl û gireva giştî dikin ku hikûmetê dorpêç bikin

Der barê geşedan û xwepêşandanên Libnanê rojnameya Al-Arab nivîsî "Xwepêşandêrên Libnanê dîse roja duşemê rêyên sereke yên welêt girtin, ber wiha bang kirin ku ber bi gireva giştî û isyana sivîl ve biçin. Eger ev her du tişt pêk bên, dê bandoreke mezin li aboriya hilweşiyayî bike.

Ev hefteya sêyemîn e ku gelek herêmê Libnanê xwepêşandanên girseyî dewam dike, li dijî çîna siaysî ku bi gendeliyê û binkeftina aboriyê têde tewanbar kirin.

Xwepêşandêr îro der barê giraniya desthilatdariyê bi hêrs in, ku desthialtdarî ji bo nirxandina mijara avakirina hikûmeta teknoqrat derveyî çîna sisyaî ya heyî, dereng maye, ji ber ev bû hefteyak ku serokê hikûmetê Saad Al- Harîrî istifa kiriye.

Xwepêşandêr dibêjin ku ew ti baldarî û gavên şênber ji aliyên desthilatdariyê ve nabînin, ew dibêjin ku hikûmet li bendê ye ku bi demê re xwepêşandêr biwestin û rawestin".

Şeriq El-Ewset: li Bexdayê Kuştî.. xwepêşandêr û Îran hatin hember hev

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî "Li Kerbaelayê şevek bi xwîn bû, piştî ku xwepêşandêr û Îran cara pêşîn hatin hember hev, hêzên Iraqê gule li dijî xwepêşandêran bikar anîn. Qada protestoyê jî fereh bû, rê hatin girtin û saziyên fermî û yên petrolê felc bûn.

Piştî 10 roja dîse hêzên ewlehiyê gule bikar anîn, li Bexdayê bi kêmayî 5 kes hatin kuştin. Reuters`ê got ku hêzên ewlehiyê gule berdana yekî xwepêşndêr û ew kuştin, wênekêşê ajansê got ku wî dîtiye 4 kesên din hatine kuştin. Li gorî şahidan hezên ewlehiyê li dijî xwepêşandêrên ku li pêşiya televizyona fermî ya Iraq`ê kom bûn, gule bikar anîne, çavkaniyên nexweşxaneyê û yên ewlehiyê ji çapemeniya Frensayê re diyar kirin kiu 12 kes birîndar bûne, li bajarê Nasiryê jî 7 kes birîndar bûne.

(kn)