ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04. 11. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04. 11. 2019
4 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Çalakiya şêniyên Serêkaniyê ya ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk di roja 8‘an de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome, tê payîn dê daxuyaniyek were dayîn, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Hemîsê ji malbata şehîd Mûsa Xidir re yê ku 1‘ê Mijdarê li navçeya Til Temirê şehîd bûye sersaxî tê xwestin, konê sersaxiyê li gundê Xiwêtla Reîdan tê vedan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li avahiya Daîreya Têkiyên Derve ya li bajarê Qamişlo, têkildarî geşedanên dawî û hewldanên guhertina demografyayê herêmê daxuyanî tê dayîn, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xelkê gundê Hecer ê rojavayê bajarê Minbicê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê lidar dixin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê sersaxiyê ji malbata şehîda Berxwedana Rûmetê Sara Tîrêj re dixwazin. Sersaxî li gundê Til Qerah ê Şehbayê tê dayîn, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên çeteyên DAIŞ‘ê agahiyên derbarê êrişa li ser kampa Eyn Îsayê, çawa çete ji wir reviyan û ber bi herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk de derketin. Rêveberên kampê diyar kirin ku wan 90 malbat girtin û lêgerîna malbatên din berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Li her cihekî di herêmên sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de, taybet li herêmên rastî êrîşên dewleta Tirk hatine de rûxandin heye. Tevî ku mal jî hatine rûxandin, şêniyên wan herêman dixwazin vegerin û malên xwe tamîr bikin. Lê dibêjin ji kiryar û komkujiyên çeteyên dagirkeriyê bi tirsin. Şênî dibêjin ew li ser rêkeftinên navdewletî yên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne rihetiyê dikşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rastiya gelê şoreşger û şerker di Berxwedana Rûmetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li hemberî hovantirîn êrişan diyar dibe. Berxwedana Rûmetê Rastiya ku têgeha teorî derbas kiriye û veguheriya heqîqetek di vê berxwedana dîrokî de ya ku çeka wê ya herî bi hêz vîna azad e li hemberî qirkirin û kuştinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ji Serêkaniyê dixwazin vegerin herêmên xwe, lê çete kesên vedigerin dikujin. Koçberan daxwaz  kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk ji herêmê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temîr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê helwestên xwe diyar kirin û gotin" Ev der warê me ye çi bibe bila bibe em dest ji warê xwe dernakevin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gaziyên Reqayê gotin, berxwedan bijêrka parastina destkeftiyên hevalên wan ên şehîd e û dê xwedî li destkeftiyên hevalên xwe derekevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ê ku li şêniyên dewleta xwe ne hat rehmê wê çawa li şêniyên dewletên cîhanê bê rehmê. Ev rastiyeke divê behsa wê were kirin, dema mirov kiryarên deshilata Erdogan ji komkujiyên ku li Sûriyê pêk tîne diwesfîne. Kiryarên wê û yên sûcên Osmanî wek hev in. Lê heya kengî bêdengiya navdewletî ji terora dewletê û sûcên şer bidome. Ev sûc li ser asta cîhanî ji hêla rêxistinên mafên mirovan û kongresa Amerîkî ve behsa wê hatin kirin. (BI WÊNE).

ANHA