Li rojavayê Helebê di navbera rejîmê û çeteyan de şer rû dide

Ji saetên nîvro ve li bajarê Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de yên ku li herêma rojavayî bajêr bi cih bûne, şer derdikeve.

Li rojavayê Helebê di navbera rejîmê û çeteyan de şer rû dide
2 mijdar, 2019   19:36
HELEB

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li eniyên bajarê Helebê aramiyek serwer bû. Lê ew aramî îro bi topbarana di navbera her du aliyan ve bi dawî bû.

Li gorî çavkaniyan, hêzên rejîma Sûriyê tevgera çeteyan li eniya taxa El-Raşîdîn şopand û herêma El-Raşîdîn ji cihê ku lê bi cih bûye li dora Qesir El-Edlî li Cemiyet El-Zehraa bi zêdetirî 50 topan kir hedef.

Ji aliyê xwe ve çeteyan bersiva topbarana rejîmê bi topbarankirina taxa Şari El-Nîl a di bin kontrola Rejîmî de bi dehan topên çêkerên herêmî da.

Her wiha çavkaniyan teqez kirin ku di encama topbaranê de zirarên madî çêbûn.

(şx)

ANHA