Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin

Siyaseta dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê diyar e, binpêkirinê wê li herêmên dagirkirî ji hev ne cuda ne. Li herêmên dagirkirî mafên mirovan binpê dike, hovantirîn sûcan ji kuştin, revandin, koçberkirin, talankirin, qirkirin û guhertina demografiya herêmê pêk tîne. Her wiha taybetmendiya herêmê asîmle dike.

Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
Ji Efrîn heta Girê Spî; Mafên mirovan tê binpêkirin
1 mijdar, 2019   07:05
EYN ÎSA-ŞERVÎN MISTEFA

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Sûriyê tenê bi nav cuda ne. Lê armanc, kiryar û binpêkirinên ku bi rêya wan êrişan pêk tên heman in. Çi li Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê rû dane û piştre li Girê Spî û Serêkaniyê planên dagirkeriyê li bakurê Sûriyê diyar dikin. Tirkiyê hewl dide bi van êrişan fîtne û nijadperestiyê di navbera pêkhateyan de belav bike, ewlehiya herêmê, projeya wê ya neteweya demokratîk têk bibe û herêmê asîmle bike.

Di vê çavdêriyê de em ê bale bikşînin ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên berê  li Efrînê û yên dawîn li Serêkaniyê û gundewarê wê li gorî me belge kirine.

Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24`ê Tebaxa 2016`an de bajarê Cerablus dagir kir. Piştre herêmên Şehbayê ji Babê heya Ezazê dagir kirin. Di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî bajarê Efrînê yê ku zêdetirî 500 hezar koçberan ji herêmên cuda yên Sûriyê hemêz kiribûn, kir. Piştî berxwedana 58 rojan dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir.

Dagirkeriyê di êrişên xwe de yên li ser bajarê Efrînê bi taybet sivîlan kir hedef. Di encamê de bi dehan sivîl di nav de jin û zarok hatin kuştin. Her wiha 8 komkujî pêk anî ku di encamê de malbatên bi tevahiya endamên xwe bûn qurban.

Dewleta Tirk a dagirker 350 hezar sivîl ji bajarê Efrînê da koçberkirin, ji ber wê piraniya wan berê xwe dan kampên berxwedanê yên li kantona Şehbayê û gundên ku hema bêje bi temamî vala ne. Dagirkeriyê li şûna wan şêniyên El-Xûta, Hums, Hema û Dûma û gelek herêmên din li Efrînê bi cih kirin. Malbatên Turkmen û ereb li gundên nêzî sînor bi cih kirin.

Piştî dagirkirina bajarê Efrînê yekser, çeteyan dest bi talankirina milkên sivîlan kirin, dest danîn ser malên wan û mewsima zeytûnê ya ku bi 100 milyon dolar amerîkî tê texmînkirin talan kirin û derbasî Tirkiyê kirin.

Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê û heya niha, çeteyan 6 hezar û 200 sivîl revandin di nav de çaranûsa 3 hezar û 300 kes heya niha nayê zanîn. Di çar mehên dawîn de 70 jin revandin.

Çeteyan 12 hezar darên zeytûnê qut kirin û 11 hezar hiktar şewitandin.

Cihên dîrokî kolandin, parçeyên dîrokî talankirin, girên dîrokî xirab kirin û li şûna wan bargehên leşkerî ava kirin.

Li rex wan hemûyan jî materyalan bi zimanê Tirkî derbasî dibistanan kirine, alên Tirkiyê li ser avahiyan hildane, wêneyên Erdogan û desthilatdarên împeretoriya osmanî daliqandin û navên gund û dibistanan veguherandine zimanê Tirkî.

Dema mirov bûyerên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li ser Efrînê rû dane, Berxwedana Serdemê, rûdanên ku li Efrînê piştî dagirkirinê û bûyerên ku niha li Girê Spî û Serêkaniyê rû didin bide ber hev, dibîne ku exlaqên şer li cem çeteyên dagirkeriyê tune ne. Tevahiya qanûn û peymanên navneteweyî û mirovî binpê dikin.

Heman sifat, kiryar jî dizîn, talankirin, revandina bi armanca girtina fîdyayan, qetilkirin, destavêtina jinan li vir jî dûbare dibin.

Gelek bûyerên revandin, qetilkirin, kuştin, desteserkirina malên sivîlên ku ji Efrînê derketine û berê xwe dane Şehbayê hatine belgekirin. Niha jî sivîlên ku ji bajarê Girê Spî ji ber tirsa ji dagirkeriyê tên. Tişta ku dibêjin dubarekirî ye. Malbat behsa azarên xwe ji ber talankirina çeteyên malên wan dikin. Ji hinek din re jî dîmenên îşkencekirina  zarokên wan têne şandin ji bo ku fîdya bidin û hinek din jî di encama êrişan û topbaranê de zarokên xwe winda kirin. Ev binpêkirin dûbarekirî ne.

Girê Spî

Heman rûdan in lê vê carê herêm cuda ye. Tişta alîkarî da artêşa Tirk ku herêmê dagir bike belavbûna şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê ye û revîna çeteyan di encama topbarana dijwar de ji girtîgehan e.

Ji ber cihê bajarê Girê Spî yekser li ser xeta sînor, şênî ji bombebarana balafiran, topbarana topavêjan û bejahî neçar man ji bajêr ber bi herêmên ewle ve derkevin. Tevî wê jî şêniyan heta kêliya dawîn li berxwe dan.

Malên sivîlan, nexweşxaneyan, dibistan, avahiyên xizmetguzarî bi awayekî yekser hatin hedefkirin. Di encamê de zêdetirî 113 sivîl bûn qurban, dîsa jî binsaziya herêmê wêran bû.

Binpêkirinên dagirkeran di vê çarçoveyê de sînordar nema, lê belê sûcên şer pêk anîn bi taybet der heqê kadroya tenduristiyê de ya ku li nav navçeya Silûkê, Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê hewl didan birîndaran xilas bike. Li djiî jinan jî kiryarên der exlaqî pêk anîne, nimuneyên vê lîstina bi cenazeyê şervana YPJ û êşkencekirina dîlgirtiyan.

Dagirkeriyê 4 endamên kadroya tenduristiyê ya nexweşxaneya Girê Spî dema diçû navçeya Silûkê ji bo ku birîndaran xilas bikin, revandin. Li gorî gotinên endamê rêveber ê nexweşxaneya Girê Spî 3 ji wan darve kirin û cenazeyên wan avêtin toreya kanalîzasyonê. Ji aliyekî din ve çaranûsa endamê çaremîn ne diyar e.

Di encama êrişên dagirkeran de bi sedan malbat ber bi herêmên Reqa, Tebqa, bajarokê Hîşe yê girêdayî navçeya Eyn Îsa koçber bûn, li gel paşguhkirina rêxistinan û derfetên kêm ên meclisan di peydakirina pêdiviyan koçber zehmetiyan dikşînin.

Li gorî çavkaniyên pê bawer, mîrên çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Girê Spî ne û pêşengiya çeteyên artêşa Tirk a dagirker dikin, depoyên genim bi taybet depoyên El-Dehlîz ên bajarokê Silûkê talan kirin. 11 hezar ton genim dizîn û malên sivîlan taland dikin.

Ji aliyekî din ve çeteyan nîşane li ser malan xêz dikin ji bo ku malbatên xwe tê de bi cih bikin. Ji aliyekî din ve çeteyên Ehrar El-Şam cadeya El-Lêl û çeteyên El-Cebhe El-Şemiyê taxek din li rojavayê bajêr ji xwe re nîşan kirin.

Tevî ku malên sivîlan veguherandin bargehên leşkerî û malên ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk re bûn mayîn dikin ji bo ku biteqînin.

Çeteyan 6 girtîgeh li bajêr vekirin û dest bi revandina sivîlan kirin.

Girêdayî bûyerên revandinê, çeteyan 10 sivîl di nav de 3 bira ji gundê Minxelî yê girêdayî Girê Spî revandin û ji bo serbestberdana wan ji malbatên wan 12 milyon lîreyên Sûriyê xwestin.

Li rex wan jî çeteyên Firqet El-Sultan Murad 4 jin ji gundên derdora bajarê Girê Spî revandin û mîna çeteyên DAIŞ`ê li ser jinan nîqab ferz kirin.

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye ciwanê bi navê Sabrî Osman ji mala wî li gundê Til Fender li rojavayê gundewarê Girê Spî bê sedemên diyar revandin.

Çeteyan komkujiyek der heqê sivîlan de li gundê El-Dadat li rojhilatê bajarê Girê Spî yê ku piraniya şêniyên wê Turkmen in pêk anî. Şênî darve kirin, zêdetirî 8 kes revandin di nav de 3 jin ji bo ku li beramberî serbestberdana wan fîdyayan bigirin.

Çeteyan piştî kuştina sivîlan û definkirina wan di gund de, girtîgehek ava kirin û sivîlên ku ji gund û gundên derdorê digirin dikin wan girtîgehan.

Divê cîhan bi awayekî piratîk tevbigerin

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Efrînê de tu aliyek erebî yan jî navneteweyî gotinek nekirin û êrişên li ser sivîlan şermezar nekirin heta ku bêdeng man.

Lê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek dewletên erebî û rojavayî ji bêdengiya xwe derketin û li gorî ku xizmeta berjewendiyên wan dike, bang li Tirkiyê kirin ku êrişên xwe rawestîne.  Lê artêşa Tirk a dagirker li gorî lihevkirinên wê bi Rûsya û Amerîkayê re êrişên xwe didomîne, beşên din ji herêmê dagir dike, ewlehiya wê têk dibe û tirs û xofê di nav sivîlan de diçîne.

Lê heta niha tu aliyek negihaşt lihevkirinek aştiyane ku li gorî wê şer raweste, dagirkerî derkeve, sivîl vegerin warên xwe û ji ber dagirkeriyê zirar dîtine werin dabînkirin.

Şênî banga derbasbûna hêzên navneteweyî û şopandina rewşa herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de, her wiha banga misogeriya vegera koçberan û rawestandina hemû binpêkirinên der heqê şêniyên herêmên dagirkirî de ji Efrînê heya bighêje Serêkaniyê dikin.

Dewleta Tirk a dagiker bi rêya  bi cihkirina penaberên sûrî di  herêmê de armanc dike demografiya herêmê biguhere, qirkirina etnîkî pêk bîne, malbatên çeteyan û çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji kampên Eyn Îsa, Holê û girtîgehan revîne bi cih bike.

(şx)

ANHA