Metirsiya li ser jiyana Elî Wezîr didome

Elî Wezîr ê ji Rojava ku ji bo şermezarkirina helwestên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên xemsar ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker bedena xwe da ber agir, jiyana wî hîn jî di metirsiyê de ye.

Metirsiya li ser jiyana Elî Wezîr didome
31 cotmeh, 2019   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bike Alî Wezîr ê Rojavayî di 24'ê Cotmehê de li pêşiya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bedena xwe dabû ber agir. Li gorî agahiyan, hîna rewşa w Elî metirsîdar e.

Piştî çalakiyê 84 ji sedî yê bedena Wezîr şewitî. Tedawiya wî li Nexweşxaneya Navendî ya Zanîngeha Lozanê (CHUV) didome.

Wezîr hîn jî li beşa lezgîn a nexweşxaneyê ye. Doktoran der barê rewşa wî agahî dan û gotin ku metirsiya jiyana wî hîn jî didome.

Elî Wezîr ê 31 salî ji bajarê Hesekê yê Rojava ye, zewiciye û bavê du zarokan e. Wezîr 4 sal in li bajarê Essenê yê Almanyayê ye.