Koçber dixwazin bi garantiya navneteweyî vegerin malên xwe

Koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê dimînin, gotin "Bi hebûna çeteyekî em  venagerin warê xwe. Em garantiya hêzên navneteweyî dixwazin da ku vegerin malên xwe."

Koçber dixwazin bi garantiya navneteweyî vegerin malên xwe
Koçber dixwazin bi garantiya navneteweyî vegerin malên xwe
31 cotmeh, 2019   06:44
 HESEKÊ-NESRÎN ELÎ

Dema ku mirov derbasî dibistanên Hesekê dibe tevgera qerbalex a koçberên Serêkaniyê bala wê dikişîne . Zarok neketina ferqa rûdanan. Jin û ciwan bi paqijiyê re mijul bûne. Temenmezin jî li korîdoran yan jî li ser dereceyên dibistanê rûniştine.

Dayîka Fatme bi dayîka xwe ya temenmezin re li korîdora dibistanê rûniştibû. Mîna bi hezaran şêniyan ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker neçar meya koçber bibe. Dayîka Fatme dibêje: "Dema em ji Serêkaniyê derketin me tiştek bi xwe re neanî. Balafir sivîlan dikirin hedef. Beriya çend rojan min bihîst ku mala min topbaran kirine."

Fatme wiha domand: "Erodgan armanc dike zarokên bêguneh bikuje, sivîlan bide koçberkirin û çeteyan li welatê me bi cih bike."

Dayîka Fatme got, dagirkeriya Tirk mala pismamê wê topbaran kir û cenazeyê wî di bin enqazan de ma, Ji ber topbaran domdar heta niha nikarin cenazeyê wî derxînin.

Dayîka Fatme banga vegera mala xwe û jiyana asayî kir û wiha pê de çû: "Em hêvî dikin ku vegerin Serêkaniyê lê eger çeteyek tenê jî li wir bimîne em venagerin. Em banga şandina hêzên navdewletî  ji herêmên me re dikin ji bo ku em bi ewlehî vegerin malên xwe."

Jina bi navê Fida Xelef tevî malbata xwe ji gundê Menacîr koçber bûye dibêje: "Bi sebeba dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev tişt bi serê me hat. Em aştîxwaz in. Em Ereb, Kurd û Suryan bi hev re me dijiyan."

Fida wiha domand: "Dema min nûçe dişopand, Erdogan digot ew gelên herêmê nake hedef. Ez dixwazim jê re bêjim, tu tevahiya gel  û sivîlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikî hedef, îsbata wê jî dibistanên koçberiyê ye koçber hemû Kurd û Ereb in, em ê şerê dagirkeriya Tirk û çeteyê wê bikin û dagirkirina wan a li herêmên me qebûl nakin."

Li bajar û gundên Hesekê 64 dibistan bûne spartgehên koçberan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetan pêdiviyên wan bi cih tînin.

Ji bo koçberan kampek li bajarokê Tiwêna yê 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê tê amadekirin.

(şx)

ANHA