Şêniyên Til Temir: Jiyan aram e, navçe vala nebûye

Şêniyên navçeya Til Temirê nûçeyên ku dibêjin navçe ji xelkên wê vala bûye derewandin û gotin:"Em li vir in û derneketine tu deverê, me li vir çavên xwe vekirin û em ê li vir jî bijîn."

Şêniyên Til Temir: Jiyan aram e, navçe vala nebûye
Şêniyên Til Temir: Jiyan aram e, navçe vala nebûye
Şêniyên Til Temir: Jiyan aram e, navçe vala nebûye
30 cotmeh, 2019   18:45
 HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Gelek dezgehên ragihandinê di weşanên xwe de ragihandin ku ji ber ku şênyên navçeya Til Temirê ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên El-Nusra û DAIŞ‘ê reviyaye û navçe vala bûye.

 Şêniyên navçeyê ev nûçe derewandin û gotin ew ê li warê xwe ne û ti carî terik nakin.

Jina bi navê Mihdiya Xelef li ber deriyê mala xwe rûniştiye wiha dibêje:"Ez û zarokên xwe li ber deriyê xwe rûniştîne, jiyana me gelekî xweş derbas dibê, çete şerê pskolojîk di nav gel de didin meşandin, lew ra hinek kes derketin, ew jî tenê ji bo zarokên xwe derxin. Em ji bajarê xwe dernakevin."

Silêman Hisên jî parastina taxa xwe dike wiha dibêje:"Em ji şêniyên Til Temir re dibêjin bila vegerin vir û rê nedin çeteyan ku bandorê ser pskilojiya wan bike, em ê dest ji bajarê xwe bernedin û dilê djimin şad nekin.

Heysem Kûtê ê li bazarê digere wiha dibêje:"Em li navçeyê ne, tiştek li cem me tune ye, şênî jiyana xwe normal derbas dike, bila tu kes agahiyên derew belav neke û nebêje Til Temir vala bûye, ji ber ku em û gel tevahî hîn li vir in."

Beha El-Selmo jî wiha got:"Baweriya me bi hêza QSD‘ê heye û em ê li kêleka wan bin, ji ber ku hemî xuşk û birayê me ne, jiyan li Til Temir bi rengekî xweş derbas dibe."

Cemîl Mihemed ku di xwaringeha xwe de xwarinê ji mêvanan re çêdike vê yekê dibêje:"Va ye min heya vê saetê jî xwaringeha xwe negirtiye, ji ber şênî tên xwarinê dikirin û li vir jî dixwin. Ê ku dibêje Til Temir vala bûye derewçîn in."

ANHA