Herêma Efrînê sersaxî ji malbatên 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin

Şêniyên herêma Efrînê beşdarî konê sersaxiyê yê şehîdên Berxwedana Rûmetê ku li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê hatiye vegirtin, bûn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Herêma Efrînê sersaxî ji malbatên 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin
29 cotmeh, 2019   15:01
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan konê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê yên ku di êrişên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne vegirtin û îro bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdarî konê sersaxiyê ku li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Tilqah a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hate vegirtin, bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pêkir, paşê ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Kongreya Star û Rêveberiya Meclisa Kantona Şehbayê axaftin hatin kirin. Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên herêmê re xwestin, her wiha êrişên dewleta Tirk û binpêkirinên der hqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina xakê xwe re, şermezar kirin. 

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin. 

Di dawiya de malbatên şehîdan axivîn û xêrhatina beşdaran kirin, her wiha diyar kirin ku zarokan wan canê xwe di oxira parastin û rûmeta xaka xwe de dane, li ser vî esasî soza xwe dubare dikin.

(eh)

ANHA