QSD: Em ê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dûrî Sînorê Tirkiyê û Sûriyê jinûve belav bibin

Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku hêzên wan wê li seranserê Bakûrê Sûriyê û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dûrî sînorê Tirkiyê û Sûriyê xwe ji nû ve belav bike û li qadên nû bi cih dibe da ku ev êrîşên hovane û xwîna ku dirije werin sekinandin.

QSD: Em ê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dûrî Sînorê Tirkiyê û Sûriyê jinûve belav bibin
27 cotmeh, 2019   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD`ê wiha ye:

“Piştî guftûgoyên berfireh li gel Federasyona Rûsya li ser hin xalên hevpeymanê ku me erê nedikir, bi armanca sekinandina êrîşên artêşa dagirker li ser gel û destkeftiyên herêmê, em gihîştin encama pêk anîna rêkeftina Sochi ya 22`ê Cotmeha 2019`an.

Hêzên Sûriya Demokratîk li seranserê Bakûrê Sûriyê û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dûrî sînorê Tirkiyê û Sûriyê xwe ji nû ve belav dike û li qadên nû bi cîh dibe da ku ev êrîşên hovane û xwîna ku dirije werin sekinandin. Hêzên parastina sînor a hikûmeta navendî li van herêmên sînor tên bi cîhkirin.

Weke Hêzên Sûriya Demokratîk, li gel teqezkirina pêbendiya xwe ya parastina gel û destkeftiyên herêmê, em bang li Federasyona Rusya dikin ku bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojavayê Sûriyê û hikûmeta navendî ya Şamê de bingeha diyalogek çêker ava bike.”

(kc)