Li Idlibê ya di bin serweriya Tirkiyê de, tê gotin El-Bexdadî hatiye kuştin

Torên çapemeniya Amerîkayê ragihand ku artêşa Amerîkayê çalakiyek pêk anî ku serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Bekir El-Bexdadî duh(şemiyê) ku li Idlibê xwe veşratibû, hedef girtiye. Ew jî li herêma bêçek a ku nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk bi rê ve dibe.

Li Idlibê ya di bin serweriya Tirkiyê de, tê gotin El-Bexdadî hatiye kuştin
27 cotmeh, 2019   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara Newsweek a Amerîkayê diyar kir ku çalakî li parêzgeha Idlibê ya bakur-rojavayê Sûriyê ji hêla hêzên operasyonên taybet ên girêdayî Şorevaniya Amerîkayê piştî wergirtina agahiyên isxtîbaratê yên diyarkirina cih, pêk hat.

Kovarê li ser zimanê rayedarekî Amerîkayê ku li ser encamên çalakiyê çavdêr e eşkere kir ku şerekî kurt di dema hêzên Amerîkayê ketine cihê ku Ebû Bekir El-Bexdadî xwe li veşartiye de, rû da.

Tora CNN a Amerîakyê jî li ser zimanê rayedarê Pantagonê îşaret pê kir ku serçeteyê DAIŞ’ê dema ku leşkerên Amerîkayê nêz bûne, xwe teqand û bal kişand ser ku ew piştrast dike serçeteyê DAIŞ’ê hatiye kuştin û ew li benda encamên DNN in.

 Rayedarê Pantagonê got, El-Bexdadî xwe bombe kiribû û bê wê xwe kuşt û ferdên malbata wî jî amade bûn. Lê li aliyekî dîtir jî zarokek jî bi derbeya Amerîkayê nehat kuştin. Lê belê 2 hevjînên wî hatin kuştin, dibe ku  di encama xweteqandina El-Bexdadî de hatine kuştin.

Tora çapemeniyê ya Amerîkayê da zanîn ku ajansa Îstîxbaratê ya Navendî(CIA) piştevaniya diyarkirina cih kiriye.

Malpera El-Hure ya Amerîkayê destnîşan kir ku Îstîxbarata Navendî ya CIA piştevaniya ewlehiya herêmê ya diyarkirina cihê El-Bexdadî û tevgerên wî kirine.

Girêdayî mijrarê 2 çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ji ajansa Reustersê re ragihand ku wan piştrastkirina agahiya kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî ji hundirê Sûriyê, wergirtiye.

Reustersê li ser zimanê çavkaniyekî roja şemiyê anî ziman: "Çavkaniyên me yên tîma îstîxbaratê yên Iraqê yên erkdarê şopandina El-Bexdadî ji hundirê Sûriyê piştrast kir ku El-Bexdadî û tevî nobetdarê wî ya şexsî li Idlibê piştî keşifkirina cihê wî di dema hewldana veguhastina malbata xwe ji Idlibê ber bi sînorê dewleta Tirkiyê ve, hatine kuştin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di tiwittekê de di demekê berê de wiha nivisîbû: "Tiştekî pir mezin niha rû da."

Tê payîn ku wê Trump daxuyaniyekê li Koşka Spî bide.

Komên çete yên  girêdayî dewleta Tirk serweriya Idlibê dikin. Her wiha li herêmê nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirkiyê yên li gor peymana herêma bêçek ya bi Rûsya û Îranê re hene. tevahî komên çete yên li Idlibê bi fermana dewleta Tirk tev digerin.

(fr)