Li Dirbêsiyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxikirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyên 3 şervanên QSD`ê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî, oxir kirin.

Li Dirbêsiyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxikirin
27 cotmeh, 2019   08:03
HESEKÊ

 

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî herêma Serêkaniyê cenazeyê 3 şervanên QSD`ê ku di Berxwedana Rûmetê de  şehîd bûne, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê, oxir kir.

Şêniyan cenazeyên her sê şehîdan Evîn Şêx Hesen (Sorxwîn Dirbêsiyê), Rewşen Hisên (Rojava Şîbî) û şervanê QSD`ê Fayiz Xilî (Firat Qereyelan) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û bi karwanekê ber bi Goristana Şehîd Rustem ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsa Mihemed û ji rêveberên Kongreya Star Zindan Hiso axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Di axaftinan de hat piştrastkirin ku ew tu carî xak û welatê xwe ji dewleta Tirk a dagirker re nahêlin. Her wiha hat destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku malên sivîlan bidizin, talan bikin û sivîlan bikujin.  Dîmen û wêneyên ku belav dikin vê yekê îsbat dike.

Paşê wesîqeta şehadetê yên her sê şervanan ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Dilbirîn Mamo ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan jî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna xewn û xeyalên wan da û pişrast kir ku ew xaka ku zarokên wan li ser şehîd bûne ji dijmin re nahêlin.

Di dawiyê de cenazeyên her sê  şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin oxirkirin.

(bx)

 

ANHA