Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN

Çeteyên “Feyleq El-Mecid”kîne? Ewên ku agirbest binpê kirin, êrîşî Kobanê kirin û şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê piştî birîndariyê revandin û gefên serjêkirinê lê xwarin. Fermandarê vê komê kî ye? Çawa hate damezrandin, çi sûc û binpêkirin li Sûriyê kirine?

Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN
Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN
Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN
Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN
Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN
Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN
Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN
Kujerên zarokê Filistînê, bikarhênerên kîmyawî û yên Çîçek Kobanê revandin dê destûra paşeroja Sûriyê binivîsin..!! - HAT NÛKIRIN
26 cotmeh, 2019   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN- LEZGÎN IBRAHÎM

Ji bo naskirina koma çeteyan ya “Feyleq El-Mecid”pêwîste em li dîroka damezrandina wan vegerin, da ku paşxaneya wan a hişmendiyê bête naskirin.

Damezrandin û sûcên ku kirine

Endamên ku niha di nava koma Feyleq El-mecid  de şer dikin, berê endamên Tevgerea Nûredîn Zenkî bûn, ku yek ji komên girêdayî Tirkiyê ye û li gudewarên Helebê ne, dawiya sala 2011`an ji aliyê serçeteyê bi navê Şêx Tewfîq Şihab Eldîn ve hate damezrandin. Di Tîrmeha sala 2016`an dîmenek belav bû çawa endamên komê zarokekeî astengdar yê Filistînê serjê dikin, ew dîmen ji aliyê saziyên mirovî ve hate şermezarkirin û ev kom weke cîhadî û terrorist hate pênasekirin.

Destên komê di bombeabrana li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê de jî heye, bi mûşekên ku ji Tirkiyê tanîn tax wêran kirin.

Her wiha destên komê di bikaranîna çekên Kîmyawî li Şêxmeqsûdê heye, piştî ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê taxên rojhilatê Helebê rizgar kirin û dest bi paqijkirina taxê kirin, li taxa Biêdînê roja 2`ê kanûna sala 2016`an depoyeke ku çekên kîmyawî lê dihatin amadekirin dîtin, depo di baregeheke koma Zenkî de hate dîtin û li baregehê alên Tirkiyê hatibûn daleqandin.

Koma çeteyan tevlî êrîşa li dijî bajarê Efrînê jî bû û glek binpêkirin, kuştin dizî û talanî li dijî welatiyên Efrînê kirin.

Ji ber ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû damezrandin û paşxaneya wê cîhadîst û terorîst bû, komê bi “Cebhet El-Nusra”re hevkarî kir, paşê ji ber hin nakokiyan ji hev qut bûn, endamên komên li herêmên Idlib û bakurê Helebê belav bûn, piştî dagirkirina Efrînê jî hemû çûne Efrînê.

Tevger tevlî “Feyleq El-Mecid”bû

Ji ber kiryarên kuştin û revandinê nav û dengên komê bi kiryarên kirêt belav bû û di raya giştî ya cîhanê de weke komeke cîhadîst û terorîst hate pênasekirin. Lewma “Tevgerea Nûredîn Zenkî”zû xwe belav kir û endamên wê tevlî hin komên girêdayî Tiriyê bûn. Roja 25`ê adara sala 2019`an “Tevgerea Nûredîn Zenkî” daxuyaniyek belav kir ku ragihand ku tevlî koma bi navê “Feyleq El-Mecid”bûye û di bin ala “Artêşa Netewî ya Sûriyê”kar bike, ku ew jî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye damezrandin.

Bi destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên “Feyleq El-Mecid” li Serêkaniyê û Girê Spî tevlî êrîşê bû.

Fermandarê “Feyleq El-Mecid”kî ye? Dîroka wî çiye?

Fermandarê çeteyên “Feyleq El-Mecid” ku herî dawiyê silfiya xwe li gel şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê, ku bi birîndarî dîl ketibû destên wan, kişandiye, navê wî Yasir Ebdulrehîm e, ji gundê Tirmanîn yê Idlibê ye, di hin dîmenan de xuya dike çawa taxa Şêxmeqsûd bombebaran dike, ew sê salan tevlî dorpêçkirina taxê bû û destên wî di bikaranîna çekên kîmyawî li dijî taxê de heye ku roja 15`ê gulana 2016`an pêk hatibû.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, serçete Yasir Ebdulrehîm, yek ji fermandên çeteyên Feyleq El-Şam bû ku nêzî Ixwan El-Muslimîn e, ev kom jî niha di banê “Artêşa Netewî ya Sûriyê` de şer dike û girêdayî Tirkiyê ye. Vî serçeteyê ji Cerablusê ta Serêkaniyê û Girê Spî bi bin ala Tirkiyê de beşdarî êrîşên dagirkirina axa Sûriyê bûye.

Tevî ku çete bi sûcên şer ji kuştina zarok û bikaranîna kîmawî tewanbar in, lê Yasir Ebdulrehîm ê ku komên çete û terorîst ava dike, ji mêvanên sereke û daîm ê kanala El-Cezîrê ya Qeterê ye. Bi wê re jî kanala El-Cizîrê ya Qeterê girêdana xwe bi komên çete, koma Îxwanan ên ku li Sûriyê belav bûne yên ku piştevaniya xwe ji dewleta Tirk werdigirin, eşkere kir.

Tevî sûcan, Erdogan wî bi nirx dibîne û wek berdevkê danûnstandina Astanayê hilbijart!

Ev çete, dîrokeke wî ya sûc û binpêkirinan heye û bi bikaranîna sereke ya çekên kîmyawî hatiye tewanbarkirin. Ji aliyê Erdogan ve tê hezkirin. Ev jî di dîmenekî ku Erdogan bi çete Yasir re diaxive eşkere dibe ku der barê êrişên kujerî ku li dijî kurdan pêk anine, spas dike.

Tenê spasiya wî ji hêla Erdogan ve nesekinî, lê belê ji hêla dewleta Tirkiyê ve da ku bibe berdevkê danûstandina Astanayê jî hat hilbijartin. Her wiha di civînên Astanayê de bi rih û cilên fermî derket û li ser pêşeroja Sûriyê danûstandinan pêk tîne. Li aliyekî dîtir jî navê wî di nava navên ku dê destûra Sûriyê ya pêşerojê nîqaş bikin jî, heye. Çi destûr e ku dê ji Sûriyê re hebe ku bi destê kujerên şer, kuştiyên zarokan û bikirên kîmyawî, bê nivîsandin.?

Di dîmeneke ku tevahî exlaqên mirovahiyê bin pê dikin, komeke çete ji Feyleq El-Mecid a bi serkêşiya Yasir Ebdulrehîm in, şervana YPJ’ê "Çîçek Kobanê" ku çeteyan di binpêkirina agirbest û êrişa li ser nuqteyên QSD’ê yên li gundê Mişrêfa yê gundewarê Eyn Îsa dîl piştî birîndr bû, girt.

Di dîmenê de çeteyek şervana YPJ`ê Çîçek hildigire û yên dîtir jî li pey wî diçin, gotinên DAIŞ’ê yên navdar weke "Bibin kuştinê" dibêjin. Bi wê re jî careke dîtir kok û binyada wan çeteyên ku dewleta Tirk ji bo êrişkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê kiriye, eşkere û piştrast dibe.

Ji vê jî zêdetir serçeteyê Feyleq El-Mecid ê bi navê Yasir Ebdulrehîm û komek ji çeteyên dîtir bi dîlgirtina şervana YPJ’ê serbilind û kêfxweş in, diyar dibe. Di vê carê bê rih eşkere dibe û wêneya sêlvî bi şervana YPJ’ê ya birîndar re dikişîne. Hê jî çarenûsa wê ne diyar e. Li aliyekî dîtir jî Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê berpirsiyarî hilgirt ser civaka navdewletî û Tirkiyê û hişyarî der barê tu tişt bi serê şervana Çîçek de ku beşdarî rizgarkirina hemleyên rizgarkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê bûye, da.

Ji destpêka êrişkirina dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek dîmenên bitirs ên der heqê binpêkirin û sûcên ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de pêk tînin, belav bûne. ji wan jî kuştinên meydanî yên sivîlan, dîmena kuştin û pêlîstina bi cenazeya şehîd Amara, dîmena pêlîstina bi cenazeya Sekrtêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef û ji bilî wê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(kn-fr)

ANHA