Çalakvanên Ereb beşdarî kampanyaya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn

Çalakgerên Ereb ên ji Misr, Iraq û Erebistana Siûdiyê beşdarî kampaniya"Boykotkirina kelûpelên Tirkiyê" bûn û îşaret pê kir ku armanca dewleta Tirk tunekirina vîna gelên azad e.

Çalakvanên Ereb beşdarî kampanyaya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn
Çalakvanên Ereb beşdarî kampanyaya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn
Çalakvanên Ereb beşdarî kampanyaya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn
Çalakvanên Ereb beşdarî kampanyaya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn
Çalakvanên Ereb beşdarî kampanyaya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn
26 cotmeh, 2019   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9`ê Cotmehê de artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, komkujî der heqê sivîlên herêmê de pêk anîn, zêdetirî 300 hezar kes koçber kirin û der heqê siyasetmedar û tîmên tenduristiyê de sûcên şer pêk anîn.

Der barê şermezarkirina dijminatiya dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, çalakvanên herêma Kurdistanê dest bi pêngava"Boykotkirina kelûpelên Tirkiyê"kir û rastî dengvedaneke erênî hat.

Her wiha çalakvanên dewletên Misr, Iraq û Erebistana Siûdiyê beşdarî kampanyayê bûn, ji wan jî Dr. Eymen Helam ku ser hesabê xwe yê tiwîtterê, tiwîtek wiha belav kir: "Ji her siûdiyek û misriyek azad re, #kelûpelên Tirkiyê boykot bikin" û li gel twîttê jî nexşeya dewleta Tirk û li ser nîşaneya (X) hebû.

Her wiha çalakgerekî iraqî Hashtag û wêneyekî kerîketêr yê Erdogan belav kir û li ser wiha nivîsîbû" ji kesên aqilmendên baş re#kelûpelên Tirkiyê ji bo Iraqê û ne ji bo siyasetmedaran boykot bikin.

(eh)

ANHA