Trajediya malbatê dûbare dibe...Destpêkê DAIŞ`ê bû û niha dagirkeriya Tirk e

Êş û azarên Mehmûd Bozo ji 2015`an ve heman trajedî ne. Lê vê carê artêşa Tirk, çeteyên Artêşa Azad û Cehbeta El-Nusra kurê xwe û mala xwe winda kir û tevî wê jî malbat pergende bû.

Trajediya malbatê dûbare dibe...Destpêkê DAIŞ`ê bû û niha dagirkeriya Tirk e
Trajediya malbatê dûbare dibe...Destpêkê DAIŞ`ê bû û niha dagirkeriya Tirk e
Trajediya malbatê dûbare dibe...Destpêkê DAIŞ`ê bû û niha dagirkeriya Tirk e
25 cotmeh, 2019   10:37
EYN ÎSA-ŞERVÎN MISTEFA

Trajediya malbata Mehmûd Bozo ku li Girê Spî kurê xwe winda kir, nizane ka berê wî li ku ye.  Mehmûd texmîn dike ku di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî kurê xwe winda kiriye.

Malbata Mehmûd Bozo ji gundewarê Girê Spî ye. Lê belê ji 50 salan ve, li bajarokê Hêşê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê dijî.

Di 2015`an de dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarokê Hêşê serwer kiriye, mal wî û pisamên Mehmûd desteser kirin. Mehmûd û pismamên wî neçarî koçberiyê bûn.

Mehmûd tevî 7 zarokên xwe neçar ma ber bi taxa Sixnê ya navrasta bajarê Girê Spî ve biçe û heta QSD`ê di 15`ê Hezîrana 2015`an de bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, ew vegerî bajêr.

Piştî herêm hate rizgarkirin, êdî malbat li Girê Spî bi cih bû û venegerî bajarokê Hêşê. 

Lê belê piştî artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bajarê Girê Spî rastî topbaran û bomberanên bi awayekî hovane yên ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatin.

Malbatê tevî topbaranê jî çend rojan li ber xwe da, lê roj bi roj jiyana zarokan di nava tehlûkê de dima.  Mehmûd neçar ma, malbata xwe bibe gundên derdorê. Piştre vegerî bajêr û li rex QSD’ê parastina bajêr kir û ligel kur û hevrêyên wî sekinî.

Êrişên artêşa Tirk her ku çû zêdetir bû, hem di bejahî û hem jî asmanî. Êdî Mehmûd neçar ma ji bajêr derkeve. Lê belê kurê xwe yê ku di çeperên parastina herêmê de şer dikir, winda kir.

Mehmûd 10 roj li pey xwe hişt, malbat der barê jiyana kurê xwe de rojane agahiyên cuda dibihîze. Ji ber vê yekê geh texmîn dikin ku kurê wan di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bûye û geh jî xwe bêhêvî nahêlin.

Wekî ku çeteyên DAIŞ`ê mala Mehmûd û pismamê talan kir, artêşa Tirk jî mala wî tar û mar kir.

Ajansa me dema ku rewşa koçberên ji Girê Spî yên ku li bajarokê Hêşê yê ku 13 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsa dişopandin, hevpeyvînek bi Mehmûd Bozo re çêkir.

Li ser rûyê diya Salih anku hevsera Mehmûd, ji ber bi hesreta agahiyekê der barê kurê xwe de ye, xemgînî diyar dibû û dema behsa hal û rewşa xwe dikin, tenê kesera windabûna kezeba xwe dikişînin.

Mehmûd Bozo diyar kir ku artêşa Tirk sivîl û malên wan dike armanc. Bi zanebûn sivîlan koçber bike. Mehmûd da zanîn ku hem azara DAIŞ kişandiye û hem jî ya artêşa Tirk.

Mehmûd got, tu cudabûn di navbera çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk de tune ye. Her du zarokên bêguneh qetil dikin, mal û milkên sivîlan talan dikin, sivîlan koçber dikin. Niha jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker mal û milkên sivîlan wêran dikin û fîdiyeyan daxwazin.

Mehmûd Bozo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navdewletî û NY`yê kir ku yekser alîkariya wan bikin û xebata vegeran li malên wan bikin.

(eh)

ANHA