Çeteyan karmendekî nexweşxaneya Silûkê qetil kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker karmendekî nexweşxaneya bajarokê Silûkê yê girêdayî kantona Girê Spî qetil kir.

Çeteyan karmendekî nexweşxaneya Silûkê qetil kir
24 cotmeh, 2019   19:34
GIRÊ SPÎ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, çeteyên artêşa Tirk a dagirker xebatkarê nexweşxaneya bajarokê Silûkê Mihemed Bozan Seîdî bê sedem qetil kir.

Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe der heqê şêniyên herêmên ku dagir kirine berdewam e. Erebeyên sivîlan li ser rêyan dike hedef. Şêniyan direvînin û fîdya ji malbatên wan dixwazin.

(şx)

ANHA