Şêniyên Şêrawa topbaranên Tirkiyê yên li dijî gundên wan, şermezar kirin

Şêniyên Şêrawa topbarana artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên sivîlan şermezar kirin û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê rawestîne.

Şêniyên Şêrawa topbaranên Tirkiyê yên li dijî gundên wan, şermezar kirin
24 cotmeh, 2019   09:13
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her dem bi hawanan gundên navçeya Şêrawa û Şera topbaran dike û herêmên şêniyan dike hedefa xwe. Li rexê jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Der barê mijarê de, şêniyên gundên Şêrawa nerazîbûna xwe ji êrişan nîşan da û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji bombebarana Tirkiyê re deyne.

Şêniyê bi navê Receb Xelîl Mistefa wiha got: "Di nav her çend rojan de dewleta Tirk gundên me dike hedefa xwe, tevî ku gund hemû sivîl in. Milk û malên me dirûxîne.  Ew bi wê yekê dixwaze xaka me dagir bike. Dîroka dewleta Tirk a tijî komkujiyên bi mafên gelan de dizanin."

Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdana lezgîn bike û sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê re deyne.

Her wiha şêniyê bi navê Ferîd Memo ê ji gundê Soxanekê, wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hovan e gundên me bombebaran kir. Ji lewre neçar man, koçî gundê Aqîbê bibin û niha jî van gundên sivîlan bombebaran dike."

 Memo pirs kir: “Erdogan ji me çi dixwaze? Bes e em koçber kirin û gundên me wêran kirin.”

Şêniyê bi navê Mihemed Hesen got, gelê Sûriyê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pir caran koçber bûye û wiha domand: "Dewleta Tirk destwerdana karûbarê me dike û ev kiryar ne rewa ne. Divê cîhan destwerdanê bike û ji bêdengiya xwe ya şermker derkeve."

(jo)

ANHA