Mijarên rojnameyên erebî – 24 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşednên li Sûriyê û rola Rûsyayê de nivîsîn, her wiha mijarên mîna protestoyên Lûbnan û Iraqê û dosyaya Yemenê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 24 Cotmeh
24 cotmeh, 2019   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb : Sûriyê…. ji "Esedd ta Ebed" ber "Rûsya û bes"

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên Sûriyê nivîsîn, rojnameya El-Ereb li ser mijara bihêzkirina hebûna Rûsyayê nivîsî: "Lihevhatina di navbera Rûsya û Tirkiyê, ku dibêje bila şervanên Kurd ji Bakurê Sûriyê vekişin, cihê Rûsyayê weke aktorekî sereke bihêz dike, ji ber lihevhatin dê rê li pêşiya daxwazên Tirkiyê yên leşkerî li welêt bigire, her wiha hêzên Amerîkayê jî ji herêmê vedikişin".

Rojnameyê wiha nivîsî: "Di vê lihevhatinê de dîse Rûsya weke aliyê xelasiyê hate xuyakirin û serokê Rûsyayê jî Vlademir Putin weke "Hakimê rasteqîn ê Sûriyê" xuya kir, ev jî dîmena rejîma Sûriyê û serokê wê Beşar Esed qels dike, ku carê alîgirên wî ta demeke nêz jî durişmeya "Esed ta Ebed" bilind dikirin".

Rûsya îro kirdeyê tekane û rastîn e li herêmê, Kremlin êdî berhemên siyasetên xwe yên li Sûriyê diçine, piştî ku di salan 2015`an de ji bo parastina rejîmê kete Sûriyê. Çavdêr dibêjin ku êdî bêyî erêkirina Putin tu element nikarin bêne livandin".

Berovajî vê yekî, Tirkiyê ya ku dixwest bibe hêzeke desthilatdar li ser "herêma ewle", niha pêwîst vê axê bi Putin û Esed re parve bike, ku her duyan jî got ku Tirkiyê nikare demeke dirêj li Sûriyê bimîne.

Şeriq El-Ewest : Pedersen: hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê di bin çavdêriya navdewletî

Rojnameyê nivîsî: "Şandêrê navdewletî bo Sûriyê Gair Peterson duh got ku civînên komîteya destûrê ku dê roja çarşema bê li Cinêvê bêne lidarxistin, dê gaveke dîrokî be û deriyan li pêşiya çareya aloziya Sûriyê veke, di nav de jî pêkanîna hilbijartinên perleman û serokatiyê bi çavdêriya NY`ê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya hijmar 2254.

Pederson ji Şeriq El-Ewest re got: “Rewabûn ji gelê Sûriyê tê, ne ji derve`, her wiha Pedersen pêşniyar kir ku şandeya hikûmetê û desteya diyalogê ya Sûriyê û nûnerên civaka sivîl, di civînên xwe de giranî bidin mijarên sereke û qanûna ku ji bo Sûriyê tê xwestin".

Pedersen behsa daxuyaniya dawî ya Rûsyê û Tirkiyê ya der barê Rojhilatê Firatê kir ku pênc artêş ketine Sûriyê (Amerîka, Rûsya, Îran, Tirkiyê û Israîl), û got"Ketina van artêşan nîşana aloziya heşt salên derbasbûyî ye, helwesta min ew e ku em di çarçoveya parastina aşîtî û aramiya navdewletî de lê binerin, aramiya Sûriyê ne girêdayî Sûriyê tenê ye, aliyên wê yên herêmî û navdewletî jî hene, pêwîst e ev berçav bê girtin".

El-Bayad: Artêşa Libnanê bi "vekirina rê" kete xeta tevgerê

Der barê tevgera protestoyî ya Lûbnanê rojnameyê nivîsî: "Di roja heftemîn de, raperîna gelêrî ya Lûbnanê hebûna li kolanan çasipand û pelika roforman a serokê hikûmetê Seed El-Herîrî derbas kir, xuyaye ku welat kete tura duyemîn a şikandina destan, ango dê lîstika gezkirina tiliyan di navbera kolanê û hikûmetê de dewam bike, piştî ku artêş ji bo vekirina rêyên ku xwepêşandêran girtibûn kete ser xetê".

Rojnameyê her wiha nivîsî "Kombûna gelêrî ya duh, nîşana wê bû ku tevgera gelêrî hîna bi hêz e û dê ta ku daxwazan pêk bîne dewam bike. Ji ber bêbaweriyê, çîna siyasî ketiye tengaviyeke mezin, hijmra cemaweran nikare bête paşguhkirin, her wiha rola wan a di plana nû ya siyasî de nikare neyê dîtin, bi taybet ku behsa isyana sivîl an jî rewşa awarte tê kirin".

Imarat Alyaum: Berpirsekî navdeweletî: li Yemenê her 12 xulekan zarokek dimire

Rojnameyê nivîsî: "Nûnnerê bernameyê geşkirinê yê NY`ê li Yemenê Achim Steiner, duh got ku li Yemenê her 12 xulekan zarokeke kêmî 5 salî dimire. Steiner di tewittekê de nivîsî "Piraniya wan, bi sedema pevçûnan, ji ber kêmbûna avê û xwarinê û alîkariyên tenduristî û dermanan, dimirin".

Berpirsê navdewletî diyar kir ku bernameya NY`ê yên geşkirinê, bi hevparan re ji bo aşîtiya li Yemenê dixebite.

El-Ereb: Iraq Ii benda pêleke protestoyan e

Der barê rewşa Iraqê rojnameyê nivîsî: "Şandeya NY`ê bo alîkariya Iraqê UNAMI roja çarşemê piştrast kir ku desthilatdariya Iraqê li dijî mafên mirovan binpêkirinên mezin kirine, li hember protestoyên li dijî hikûmetê ku vê mehê rû dan û di encamê de 149 kesn jiyana xwe ji dest dan. Ji xwe Iraq li bendê ye ku xwepêşandanên girseyî yên nû roja înê bêne lidarxistin, dê durişmeyên hilweşandina rejîmê û partiyên olî yên piştgiriya hikûmeta Adil Abidilmehdî dikin, bilin bikin.”

(kn)