Mijara  avakirina herêma ewle ya li Bakurê Sûriyê li Almanyayê tê nîqaşkirin

Ajansa Reutersê li ser zimanê Sekretêrê Giştî yê Natoyê Jens Stoltenberg got, ew bi wezîrê Karên Derve yê Almaniyayê Annegret Kramp-Karrenbauer re der barê avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê de, axiviye. Her wiha piştrast kir ku ew her pêşnyarên ku der barê rêya ber bi aştiyê ve, qebûl dike.

Mijara  avakirina herêma ewle ya li Bakurê Sûriyê li Almanyayê tê nîqaşkirin
23 cotmeh, 2019   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Stoltenberg wiha got:"Agirbesta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi hevkariya DAY`yê, bingeha çareserkirina siyasî ya şer e."

Stoltenberg nexwest tu tiştî der barê lihevkirina di navabera Rûsya û Tirkiyê de ku li Sochî pêk hatiye de, bîne ziman.

Çavkaniyan ji ajansa Reutersê re got, Wezîra Parastina Almaniyayê qanûnnas agahdar kir ku ji Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî danûstandinekê pêk bîne ku li ser herêma ewle ya li Bakurê Sûriyê erê bike.

Her du çavkaniyan li ser zimanê wezîra parastinê wiha eşkere kir:"Hevalbendên NATO`yê gotin, ew ji bo nîqaşkirina pêşniyaran amade ne."

(bx)

ANHA