5 lehengên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin

Bi sed hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê 5 şervanên QSD`ê, di van wan de 2 ji Başûrê Kurdistanê ne, ku li bajarê Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê oxir kirin.

5 lehengên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin
5 lehengên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin
5 lehengên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin
5 lehengên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin
5 lehengên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin
5 lehengên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin
5 lehengên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin
23 cotmeh, 2019   12:05
QAMIŞLO

Bi sed hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê li pêşiya nexweşxaniya şehîd Hogir kom bûn û cenazeyên şehîdên QSD`ê Îsam Silêman(Rewan Girkê Legê), Wîdad Dîlawer(Delîl Dêrîn), Îhsan Demir(Nûman Serhed), Mihemed Nîzar(Aram Kerkûk) û Kerzan Cebar(Soran Tolhildan) wergirtin.

Piştî cenaze wergirtin, bi kerwanekî gel berê xwe da Goristana Şehîd Xebat. Li wir merasîma oxirkirina şehîdan hate lidarxistin. Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif axivî û got, li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha şervanên QSD`ê berdêl dan.

Perwîn anî ziman ku artêşa Tirk û çeteyên wê hewl didin aloziya Sûriyê dirêjtir bibe, di bin navên cuda de vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune dike.

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan kirin. Cenazeyên şehîd Delîl, Rewan û Nûman li goristana şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin, lê belê cenazeyên Soran Tolhildan û Aram Kerkûk rakirin nexweşxaniya Dêrikê da ku piştre bişînin Başûrê Kurdistanê.

(eh)

ANHA