Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek

Şêniyên Helebê di merasîma ragihandin û sersaxiya 3 şehîdên Berxwedanên Rûmet û Serdemê de gotin: "Xwîna Kurd, Ereb û Tirkem û pêkhateyên dîtir ên şêniyên Sûriyê yên di nava QSD’ê û YPJ’ê ku parastina xak û gel dikin, bû yek, jê jî şehîd Yildiz Tenir a Tirkmen e."

Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
Şêniyên Heleb: Di berxwedanên Rûmet û Serdemê de xwîna pêkhateyên herêmê bû yek
23 cotmeh, 2019   11:58
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê îro merasîma ragihandina 3 şehîdan, 2 jê yên Berxwedana Rûmetê û yek jî ya Berxwedana Serdemê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, ragihandin û navên wan wiha ne; Ruqeya Husên Mihemed (Yildiz Tanir) ku li herêma Eyn Îsa di 19.10.2019’an şehîd bûbû, Ukaş Silêman(Berxwedan Efrîn) ku di 13.10.2019’an li Silokê şehîd bûbû û Sozdar Şêxo(Avrîn Gerzan) ku li gundê Satiya yê girêdayî kantona Efrînê di Berxwedana Serdemê ya 07.07.2018’an de şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî alên YPJ û YPJ’ê û wêneyên şehîdan, herikîn qada 19 Şehîdan.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Remziyê Salih û bi navê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Sûad Hesen axivîn û sersaxiya malbatên şehîdan û tevahî gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê kir. Axêveran bal kişand ser berxwedana QSD’ê, YPG û YPJ’ê ya li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku parastina xak û gelê xwe kirin.

Axêveran piştrast kir ku di berxwedana li hember dagirkeriyê de, xwîna tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryan li ser axa welêt ên ku di nava QSD’ê, YPG û YPJ’ê de ne, bû yek, wekî şehîd Yildiz Tenir a ku ji pêkhateya Tirkmen e ku di Berxwedana Rûmetê  dema ku li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsayê şer dikir de, şehîd bûbû.

Piştre wesîqetên şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Dûvre pismamê şehîd Ukaş Selman, Ehmed Selman û bavê şehîd Sozdar Şêxo, Esed Şêxo sersaxiya gelên herêmê xwestin û anîn ziman ku bi keç û xortên xwe yên ku canê xwe di oxira parastina welat û gelên xwe de daye, serbilind in.

Di dawiya merasîmê de beşdaran di nava tilîliyên dayik û silavkirina şehîdan de sersaxiya malbatên şehîdan xwest.

(fr)

ANHA