‘Em li ser soza xwe ne heta ku em terorîstên Tirkiyê têk bibin‘

Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê got ew li ser soza ku bi şehîdan re dane ku ewê hemû cûreyên terorîstan û bi taybet terorîstên Tirkiyê têk bibin.

‘Em li ser soza xwe ne heta ku em terorîstên Tirkiyê têk bibin‘
‘Em li ser soza xwe ne heta ku em terorîstên Tirkiyê têk bibin‘
‘Em li ser soza xwe ne heta ku em terorîstên Tirkiyê têk bibin‘
‘Em li ser soza xwe ne heta ku em terorîstên Tirkiyê têk bibin‘
‘Em li ser soza xwe ne heta ku em terorîstên Tirkiyê têk bibin‘
‘Em li ser soza xwe ne heta ku em terorîstên Tirkiyê têk bibin‘
23 cotmeh, 2019   11:52
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê, gundewarên wê, malbatên şehîdan û partiyên siyasî berê xwe didin konê çalakiyê ku beriya çenda rojan li bajêr hatiye vedan. Konê çalakiyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vedan. 

Di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo wiha axivî:"Rêya ku şehîdan destpê kiriye dê nesekine. Em heta van kêliyan şehîdan didin.”

Şêxo tekez kir ku bi ew şopdarên rêya şehîdan, şehîdên ku dest bi dest hemû terorîst û bi taybet terorîstên Tirkiyê têk birin û herêmên xwe bi saya xwîna şehîdan rizgar kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo jî got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi êrîşên xwe komkujiyan pêk tînin û zagonên navdewletî binpê dike.

Paşê ji endamên Partiya Nûjin û Demokratîk li Minbicê Medîha Cûma ev tişt got:"Hikûmeta xwînmij a Tirkiyê û bi destekdayîna çeteyan li ser xaka me êrîşî gelê me. Xaka me parçeyek ji canê me ye."

Medîha destnîşan kir ku ew ji dewleta Tirk a dagirekr na tirsin ji ber baweriya wan bi serkeftinên heye.

Di dawiyê de Medîha got ew bi şehîdên xwe serbilind in û ew ê her tim li ser soza xwe bin.

Paşê sînevisyonek der barê komkujiyên dewleta Tirk û sûcên ku li herêmên Bakur û RojhilatêSûriyê pêk tîne, hat pêşkêşkirin.

Di dawiyê de zarokê bi navê Sîrac helbeste bi navê "Cenazeyê zarokê ne nas" got.

(bx)

ANHA