Rêveberiya Xweser dema karkirinê li gorî demsala zivistanê diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja  25`ê Cotmehê weke roja yekemîn ji hemû sazî û rêvberiyên xwe re diyar kir ku li gorî demjimêra demsala zivistanê, bixebitin.

Rêveberiya Xweser dema karkirinê li gorî demsala zivistanê diyar kir
23 cotmeh, 2019   10:08
EYN ÎSA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek derxistin ku li gorî demjimêra demsala zivistanî kar were meşandin. Di biryarnameyê de wiha hat gotin:

"Kar li gorî demjimêra demsala zivistanî roja Înê 25`ê Cotmeha 2019`an destpê dike. Dem dê 60 dk paşde were xistin.”

Rêvberiyê bang li heft  rêvberiyên xweser û yên sivîl kir ku li gorî biryarnameyê tevbigerin.

(bx)

ANHA