Mijarên rojnameyên erebî – 23Cotmeh

Rojnameyên erebî yê îro der barê geşedanên dosyaya Sûriyê, lihevhatina di navbera Rûsya û Tirkiyê, destwerdanên Tirkiyê li Lîbyayê û liva Amerîkay ya herêmê de nivsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 23Cotmeh
23 cotmeh, 2019   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Esad li sînorê Idlibê rikbariye Erdoganê "diz" dike

Rojnameyê der barê serdana serokê Sûriyê Beşar Esed a Idlibê de nivîsî: "Piştî ku du hefte di ser êrîşa li dijî Bakur û ROJHILATê Sûriyê re derbas bûn, serokkomarê Tirkiyê Racap Tayyip Erdogan xwe dît ku maye bi tenê, hevalbendên wî yê Sochi jî tevlî eniya li dijî qumarbaziya wî ya leşkerî û hewldana dagirkirina parçeyekî axa Sûriyê bûn. Di heman demê de serokê Sûriyê Beşar Esed li Idlibê xuya kir, weke ku wî herî bêtir ji êrîşa Tirkiyê sûd wergirt, Esed, Erdogan weke diz bi nav kir ku got wî "kargeh û genim û petrol diziye, niha jî axê didize".

Beriya ku Esed biçe eniyên pêş ên Idlibê bi çend saetan, Îranê ragihand ku ew li dijî êrîşa Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê ye, bi vê daxuyaniyê helwesta xwe ya şêlo zelal kir, ango ew li dijî avakirina herêmeke ewle ye, ji xwe Îran yek ji garantorên Sochi ye, wer wiha Rûsyayê jî bêdengiya xwe şikand û dijberiya xwe der barê qumarbaziya Tirkiyê de eşkere kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Abas Mûsewî roja duşemê di civîneke çapemeniyê de ku di televziyona fermî de hate weşanin, got "Em li dijî wê ne ku Enqere baregehên leşkerî li Sûriyê ava bike.”

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu diyar kir ku 12 girtîgehên Sûriyê ku çekdarên biyanî lê girtî ne, her wiha çar kampên panaberan, di encama tevgera leşkerî ya Tirkiyê bê parastin mane, wî destnîşan dikir ku ew ê berpirsyariya qelsbûna têkişîna li dijî terorê bavêje ser milê Tirkiyê.

Çavêdêrên siaysî dibêjin ku Enqere ketiya tengaviyeke mezin, piştî ku Koskova û Îranê êrêşa wê rewa nekirin.

Çavdêr dibêjin ku helwestên şêlo yên Rûsyayê dibe ku rê dabe êrîşa Tirkiyê, lê ne ji bo avakirina herêmeke tampon ku Erdogan dixwest ava bike, Rûsya tenê dixwest ku li cihên ku şervanên Kurd vekişin artêşa Sûriyê bicih bike û herêmê vegerîne bin deshilatdariya dewleta Sûriyê.

Serokê Sûriyê jî zû ev nameya Rûsyê girt û diayr kir ku Şam dê tişta di salên dawî de di şerên baramberî komên tunrew û hevalbenên wan yên mîna Tirkiyê û serokê wê Erdogan de, winda kiribû, vegerîne,

Çapemeniya fermî ya Sûriyê ragihand ku serokê Sûriyê, di dema serdana Idlibê de, hempîşeyê xwe yê Tirkiyê weke "diz" bi nav kiriye.

Şeriq El-Ewset : Dewriyeyên hevbeş yên Tirkiyê û Rûsyê.. Moskova rejîmê vedigerîne sînor

Rojnameyê nivîsî: "Duh Tirkiyê û Rûsyayê lihevkirin ku li sînorê "Herêma Ewle" a ku Tirkiyê dixwaze  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike, dewriyeyên bevbeş bigerînin, piştî ku şervanên Kurd bêçek bikin, li gorî ku Koskova dibêje.

Di encama hevdîtina di navbera serokê Rûsyayê Vlademir Putin û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Racap Tayyip Erdogan ku duh li Sochi pêk hat, her du aliyan li peymaneke ji 10 xalan lihev kirin. Xalên girîng yên lihevkirinê ku li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê dewriyeyên hevbeş bêne gerandin, ev gav dê hewldanên Tirkiyê yê avakirina "herêma ewle" geş bike, her wiha derfet bide Rûsyayê valehiya vekişîna Amerîkayê dagre.

Her du aliyan piştî diyalogên 6 saat, duh "Danezane" Sochi ragihandin.

El-Beyan; Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji nişakve çû Bexdayê

Rojnameyê nivîsî: "Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper roja çarşemê bi awayekî ku nehatibû plankirin, gihişte Bexdayê, di vê navberê de mijara mayina leşkerên Amerîkyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişiyan, li Iraqê di di rojevê de ye.

Tê payin ku Esper bi hempîşeyê xwe yê Iraqê û serokwezîr Adil Abdullmedî re bicive, wezîr dê mjara leşkerên Amerîkayê yên ji Sûriyê vedikişin û rola Iraqê di vê derbarê de gotûbêj bike".

El-Ereb: Projeyên Erdogan ên dagirkeriyê Lîbiyan tengav dike

Rojnameyê nivîsî: "Komek akademisyen û diplomatên berê yê Lîbyayê bang li sekreterê Netewyên Yekbûyî kirin ku pêşî li projeyên dagirkeriyê yên Tirkiyê li Lîbyayê bigire, ku ev tişt di axaftinên Erdogan de diyar bûye û xuya dike ku plan heye ku piştgiriya Ixwanên Lîbyayê bike, her wiha xwestin ku hewldanên Erdogan yên li dijî hevpeymanên navdewletî şermezar bike`.

Koma bi navê "Welatiyên Lîbyayê" ku akademisyen û diplomatên Lîbyayê yên berê pêk tê, gilînameyk li dijî Recap Tayyip Erdogan, arasteyî sekreterê NY`ê Antonio Guterres, gilîname radestî şandêrê NY`ê yê lîbyayê Xesan Selama hate kirin. Di gilînameyê de gotinên Erdogan ku ji mafê Tirkiyê ye li Lîbyayê be, her wiha piştgiriya komên Islamî hate şermezarkirin.

Serokê Tirkiyê roja duşemê gotibû "Tirk ji bo mafên xwe û mafên biryên ên paşerojê, li Lîbya û Sûriyê ne".

Erdogan her wiha got "Tirk li erdnîgariya xwe ne, ji bo rêzgirtina ji mîrateya bav û kalan, ew neviyên Yunu Imrahin" Erdgoan behsa dadgerekî Osmanî yên bi nav û deng dike.”

Koma Lîbiyan gotin ku mîrateya Tirkiyê mîrateya xwînê, xizaniyê, nezaniyê, bacan, dizî û talan, hilweşandina gundan û guştina bi hezarên bav û kalan e".

(kn)