Malbatên şehîdan bêdengiya navnetewî şermezar kir

Malbatên şehîdan ên Şehbayê bêdengiya navnetewî ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û gotin: ‘‘Qetilkirina gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, em naxwazin xwîna zarokên me yên ji bo parastina xaka xwe fedakarî dane, li erdê bimîne.‘‘

Malbatên şehîdan bêdengiya navnetewî şermezar kir
23 cotmeh, 2019   06:13
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO – FÎRAS ÎBRAHÎM

Têkildarî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê malbatên şehîdan ên kantona Şehbayê nêrînên xwe bi me parve kirin.

Dayika çar şehîdan, Şaziye Îbrahîm wiha got: ‘‘ Bi navê malbatên şehîdan em êrîş û komkujiyên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek Girê Spî û Serêkaniyê, şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya civaka navnetewî û mafê mirovan li hemberî qetilkirina zarok û jinan jî şermezar dikin. Em wek dayikên şehîdan li kêleka hêzên xwe  Hêzên Sûriya Demokratîk disekinin.‘‘ 

Şaziye Îbrahîm di nava axaftina xwe de got:  ‘‘ Ji bo azadiyê, me soz daye û em tu carî bi topbarana artêşa Tirk a dagirker paşve nakşin.  Berdêl çiqas giran be, gel amade ye bide, lê paşve nakişe. Em dibêjin Amerîka û Rûsya ji berê de ew îxanetê dikin.‘‘

Ji rêvebirên Maclisa Malbatên Şehîdan Husên Murad jî  ev tiştî got: ‘‘Em ji ber kiryarên dagirkeriya Tirk ji Efrînê reviyan hatin Şehba, bi hezaran jin, zarok û zilam di topbarana dagirkeriya Tirk li ser sivîlan de hatin qetilkirin, gelek caran gazê kîmyawî jî li Efrînê hate bikaranîn.‘‘

Husên destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi vê yekê nekir, lê dîsa careke din û bi awayekî din êrîş gelê Kurd kir û bi Amerîka re rêkeftinek nû pêk anî û êrîşî herêma Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê bi sedan sivîl şehîd bûn.

Husên bang li civaka navnetewî kir û got: ‘‘ Ez bang li tevahiya cîhanê dikim, dibêjim sûcê van gelan çi ye ku li ser wan zulm û komkujiyan werin meşandin. Ji bêdengiya xwe derkevin û bibînin çi tê serê gelê Kurd û gelên herêmê. Qetilkirina gelê me li Bakurê Rojhilatê Sûriyê rawestînin.‘‘

Dayika Xedîce Elo jî ji aliyê xwe de got: ‘‘Em wek dayikên şehîdan û şêniyên Efrînê, me ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê êş, azar û komkujî jiyan kirin, em naxwazin ew sînaryo de heqê dayikên me de dubare bibe.‘‘

Dayika Xedîce peyamekê da civaka navnetewî: ‘‘Em peyamekê ji tevahiya cîhanê re rêdikin, em tenê axaftinên wan naxwazin, em dixwazin ew li ser erdê tiştekî ji gelê Kurd re bikin. Qetilkirin bes e, bikaranîna çekên qedexekirî û bikaranîna fosforê spî li dijî jin , zilam û zarokên me bes e.‘‘

(rr)

ANHA