‘Na ji qirkirina etnîkî û guhartina dîmografiyê re ye’

Îro li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên Til Hemîsê meşek li dar xistin û gotin: "Tu pêwîstiyên me bi xerîban tune ye ku birînên me derman bikin, em ê bi xwe birînên xwe derman bikin", na ji komployên navdewletî yên li dijî gelê me re.”

‘Na ji qirkirina etnîkî û guhartina dîmografiyê re ye’
‘Na ji qirkirina etnîkî û guhartina dîmografiyê re ye’
‘Na ji qirkirina etnîkî û guhartina dîmografiyê re ye’
‘Na ji qirkirina etnîkî û guhartina dîmografiyê re ye’
‘Na ji qirkirina etnîkî û guhartina dîmografiyê re ye’
‘Na ji qirkirina etnîkî û guhartina dîmografiyê re ye’
‘Na ji qirkirina etnîkî û guhartina dîmografiyê re ye’
22 cotmeh, 2019   12:36
QAMIŞLO

Îro li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê, Girê Spî û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, banga li hêzên navdewletî da ku parastina sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrîşên Tirkiyê bikin, şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên civaka sivîl li pêşiya navenda navçeyê kom bûn.

Xwepêşandêran bêdengiya navdewletî beramberî qetilkirina zarokên bêguneh, bipêkirina mafên mirovan û serweriya dewletên cîran, ku dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan, pê radibe şermezar kirin.

Meş li kolanên sereke yên naçeya Til Hemîsê geriya û pankartên bi nivîsên"Na ji komkujiya dewleta Tirk li dijî gelê Serêkaniyê û Girê Spî re, Na ji komployên navdewletî yên li dijî gelên me re, na ji siyasetên qirkirin, talankirin û wêrankirna li dijî gelê me, na ji qirkirina etnîkî re, na ji guhartina dîmografiyê re"û alên şoreşa azadiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kirin. Meş li çerxerêya şehîdan a li navrasta navçeyê veguherî mîtîngê. 

Paşê ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD), Endamê Desteya Meclisê Hikmet Hebîb û rûspiyên eşîran Ehmed Şitî axivîn.

Hikumet Hebîb got: “ Baweriya me bi Sûriya yekgirtî û artêşek neteweyî yekgirtî ya hemû gelê Sûriyê heye, her wiha bi sembol û serweriya dewleta Sûriyê jî heye, lê belê nayê wê wateyê ku em ji projeya xwe ya demokratîk ku biratiya gelan û jiyana hevbeş ji mere bi misoger kir dûr bikevin. “

Her wiha Hikumet Hebîb da zanîn ku îro Tirkiyê herêmên nû ji xaka Sûriyê dagirkir, wekî Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha bi çekên di nava cîhanê de qedexekirî ne, wekî ku di malpêrên civakî û televîzyonan de temaşer kir, sivîl kir armanc.

Rûspiyê eşîra Amûd ji êla Şemer Ehmed Şitî îşaret bi qehremaniyên  QSD`ê li dijî êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî kir û wiha anî ziman: “ Em ê birînên xwe derman bikin, tu pêwîstiyên me bi xerîbên ku birînên me derman bikin, tune ye.”

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana şehîdan, bijî berxwedana QSD`ê, na ji êrîşên dewleta Tirkiyê re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA