Xebatkareke tenduristiyê: Piraniya birîndarên êrîşên Tirkiyê sivîl in

Xebatkareke tenduristiyê ku ji Almanyayê hatiye diyar kir ku piraniya birîndarên di encama êrîşên Tirkiyê de sivîl in.

Xebatkareke tenduristiyê: Piraniya birîndarên êrîşên Tirkiyê sivîl in
22 cotmeh, 2019   06:44
ŞERVÎN MISTEFA – EYN ÎSA

Xebatkara tenduristiyê ya bi navê Jiyan a bi eslê xwe almanî ye  ji destpêka êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 9‘ê Cotmehê de ji bo dermankirina birîndaran sivîl hat Rojava.

Jiyan destnîşan kir ku piştî topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên, ew neçar man nexweşxaneya Girê Spî vala bikin û got:‘‘Piraniya birîndaran ji sivîl in, ji zarok, jin û kesên temen mezin in."

Jiyan ev tişt jî anî ziman: ‘‘Em texmîn dikin piştî agirbest bi dawî bibe, tiştên xirab rû bidin, em xwe ji wê yekê re amade dikin." Her wiha bang li civaka navdetewî kir ku alîkariyên zêde yên tenduristî pêşkê bikin.

Xebatkara Almanî diyar kir ku helwestên dewletan a şermezarkirina êrîşên Tirkiyê têrê nake ku êrîşên Tirkiyê bêne rawestandin.

(rr)

ANHA