Şêniyên Reqayê banga rizgarkirina birîndarên li Serêkaniyê ji NY`yê kir

Îro bi sedan şêniyên Reqayê bi meşeke girseyî destek da bajarê Serêkaniyê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve dorpêçkirî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku yekser birîndarên li Serêkaniyê xelas bikin.

Şêniyên Reqayê banga rizgarkirina birîndarên li Serêkaniyê ji NY`yê kir
19 cotmeh, 2019   12:41
REQA

Şêniyên Reqayê li ber Hola Tac a ku dikeve naverasta bajêr, kom bûn û ber bi Çerxerêya El-Sama ve çûn. Xwepêşandêran binpêkirina artêşa Tirk û çeteyên wê, her wiha êrîşên hovane şermezar kirin.

Xwepêşandêran banga vekirina korîdoreke mirovî ji bo xelaskirina birîndar û şehîdan kir.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk derkevin, korîdoreke mirovî vekin da ku birîndar û şehîdan xelas bikin. Her wiha îşaret bi kiryarên hovane yên sûcên şer kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku êdî bê deng nemînin.

(eh)