Heyva Sor a Kurd: Divê korîdoreke mirovî bê vekirin

Rêvbera Heyva Sor a Kurd ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cemîla Hemê tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo negihîştina birîndaran rêya wan asteng kiriye û divê  korîdoreke mirovî were vekirin.

Heyva Sor a Kurd: Divê korîdoreke mirovî bê vekirin
19 cotmeh, 2019   12:18
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker piştî ku lihevkirina agirbestê ya DYA û hikumeta Tirk, bi balafir û obusan êrîşî Zirgan û Serêkaniyê kir, duh gel tevî Heyva Sor a Kurd bere xwe da Serêkaniyê ji bo ku birîndarên sivîl xelas bikin, lê careke din rastî astengiyê hatin.

Rêvebera Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê got: “Dewleta Tirk agirbestê binpê dike û rêya xwegihandina birîndaran asteng dike.”

Cemîla Hemê tekez kir ku sivîl ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên qetilkirin û got: “Sivîl ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin. Niha jî ji bo ku em xwe bigihînin sivîlên ku birîndar bûne, rêka me asteng dikin. Duh me nikarîbû, em vegeriyan Til Temirê ji ber ku em hedef girtin.”

Cemîla wiha axivî: “Divê em xwe bigihînin birîndaran. Em bangewaziya vekirina korîdoreke mirovî dikin da ku em sivîlan tedawî bikin. Hêzên navneteweyî berpirsyar in ku nahêlin em xwe bigihînin birîndaran û wan tedawî bikin. Karê me karekî wijdanî, mirovî û exlaqî ye. Astengkirina xebatên me wehşiyeta artêşa Tirk û çeteyên wê diyar dike. Li beramberî van kiryaran pêwîst e ceza were xwestin.”

Cemîla hemê di dawiya axaftina xwe de got: “Bang dikim ji bo ku korîdoreke mirovî were vekirin. Jin û zarok, kal û pîr hawar dikin. Divê em xwe bigihînin van sivîlan û bi karê xwe yê wijdanî rabin.”