Bîlançoya roja 5’emîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker... dewleta Tirk sûcên şer dike

 Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gund, bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran û bombebaran dike. Sûcê şer li Serêkaniyê bi derbeya li karwanê sivîlan ku di nav de rojnameger jî hebûn, pêk anî. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 74 jî birîndar bûn. Li aliyekî dîtir jî Rêveberiya Xweser lihevkirina bi hikumeta Sûriyê ya belavkirina leşkeran li ser sînor, ragihand.

Bîlançoya roja 5’emîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker... dewleta Tirk sûcên şer dike
14 cotmeh, 2019   10:45
QAMIŞLO

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Bi wê re jî tevahî pêkhateyan bi hewldana qirkirina şêniyan, koçberkirin û bicihkirina alîgirên xwe tê de, hedef digire.

Artêşa dagirker bê ser û ber êrîş dike

Di roja 5’emîn de artêşa dewleta Tirk a dagirker gund, bajarok û bajarên li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çekên giran û balafiran dike hedef.

Girêdayî mijarê, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 3 aliyan ve êrîşî bajarê Serêkaniyê kir. Lê QSD’ê êrîş têk birin û bersiv da. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha balafirên şer ên dagirkeriyê gundê Til Bêder ê girêdayî Serêkaniyê bombebaran kir û di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.

Li bajarê Girê Spî jî artêşa dewleta Tirk a dagirker bombebaraneke dijwar li ser bajar û gundewarên wê pêk anî, li rexê jî şerekî dijwar rû da. Li aliyekî dîtir jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kampa Eyn Îsa ya li gundewarên Girê Spî kir ku tê de penaber û malbatên DAIŞ’ê hene, da ku alîkariyê bidin reva malbatên DAIŞ’ê. Li navçeya Silokê jî şerekî dijwar di navbera çeteyên girêdayî artêşa dewleta Tirk a dagirker û QSD’ê rû da.

Li Tirbespiyê jî, artêşa dewleta Tirk a dagirker Girê dîrokî yê li gundê Til Şiîr ê bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê û derdora Til Cîhan a heman herêmê, bombebaran kir.

Li Girkê Legê, artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Qasteban ê bakurê navçeyê, topbaran kir.

Her wiha jî artêşa dewleta Tirk a dagirker bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de jî şêniyên bi navên Cemîl Ehmed Ehmed (65) û Rohilat Yildiz (20) birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê da ku tedawî bibin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Çetela yê navçeya Dirbêsiyê topbaran kir û di encamê de şêniyê bi navê Ezedîn Mehmûd Yûsiv birîndar bû.

Revandina malbatên çeteyên DAIŞ’ê bi çavdêriya dewleta Tirk a dagirker

Ji destpêka êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, artêşa dewleta Tirk a dagirker hewl dide DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan ji ber tirsa piştevaniya wê ya ji wan re neyê aşkerekirin, berde. Di vî warî de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kampa Eyn Îsa kir ku tê de bi hezaran malbatên çeteyan heye. Bi wê re jî bû alîkara reva 785 endamên biyanî yên ku tev li DAIŞ’ê bûne. Ew jî bi çavdêriya topavêj û balafirên dewleta Tirk a dagirker pêk hat.

Piştî hedefgirtina asîmanî û bejahî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker a herêmên li nêzî kampê ku jiyana zêdetirî bi deh hezaran dikir xetereyê, rêveberiya kampa Eyn Îsayê, kamp vala kir.

Di rewşeke xeternak de ku gefan li tevahî cîhanê dixwe, çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeha Eyn Îsa de ku tê de çeteyên DAIŞ’ê hene, dest bi protestoyê kir û revîn. Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê reviyan.

Der barê alîkariya dewleta Tirk a vegera DAIŞ’ê de, şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî dest bi tevgerê kir. Di vî warê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Dirbêsiyê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ’ê li ser rêya Qîrewanê ya rojavayê navçeyê bi 7 km, girt.

Hedefgirtina kadroyên tenduristiyê

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi mebest tîmên tenduristiyê girtin. Heyva Sor a Kurd got artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 erebeyên ambulansê ku berê xwe ji Eyn Îsa dida Girê Spî da ku birîndaran tedawî bikin, girtin. Tîm ji 4 endamên kadroyên tenduristiyê pêk tê.

Li Hesekê artêşa dewleta Tirk a dagirker erebeyek ku bijîşkên ku berê xwe dida Serêkaniyê da ku birîndaran tedawî bikin, hedef girtin.

Dewleta Tirk a dagirker sûcên şer dike

Artêşa dewleta Tirk li herêmên cuda û nexasim karwanên sivîlan ku ji bo destekê bidin sivîl û birîndaran, ber bi Serêkaniyê û Girê Spî ve diçûn, hêj dike armanc.

Artêşa Tirk li dijî sivîlên ku ji bajarên herêma Cizîrê, da ku destekê bidin şêniyan, ber bi Serêkaniyê ve diçûn komkujî pêk anîn û 11 sivîl şehîd bûn û 74 kes jî birîndar bûn.

Di nav şehîdan de nûçegihanê ajansa me Saed Ehmed ku bi karwanê sivîlan re bû, her wiha nûçgehihanê me Mihemed Ekincî ku li Serêkaniyê rewşa şer dişopand, birîndar bû. 6 rojnemevanên din, di vê derbarê de armanckirina koma rojnemevanan û sivîlan plan kiribû û li gorî zagonên navdewletî sûcdariya şer e.  

Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê karwanên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê yên ku ji navenda bajarê Girê Spî ber bi Reqayê ve diçin, topbaran kir. 

Fermandariya Giştî ya QSD`ê got dewleta Tirk komkujiyan, kiryarên qirkirina etnîk li dijî sivîlên li herêmê û li pêş çavên cîhanê pêk tîne.

Her wiha wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mark Esper got kiryarên dawîn ên hêzên Tirk ji destpêka êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku ji 9`ê Cotmehê ve diyar e ku sûcê şer e.

Merasîma oxirkirina têkoşer Hevrîn Xelef  

Bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, ku di encama kemîna dagirkeriya Tirk û çeteyan de şehîd bûbû, li Qoristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

Tîmên NY`yê nikarin avê bidin stasyona Alok  

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir k u nêzî 13 hezar kes ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne. Neteweyên Yekbûyî pêşbîniya zêdebûna hejmara koçberan dikin. 

Her wiha NY`yê diyar kir ku tîmên wan nikarin bigihêjin stasyonê, da ku avê bidin bajarê Hesekê, anku stasyona Alok ku ji aliyê artêşa Tirk va hate dagirkirin û di encama topbaranê de bîr hate gitin.NY`yê ragihand ku ji ber qutbûna avê 400 hezar kes bê av in, ji wan 28 hezar ên li kampan dimînin.

Hevpeymana parastina sînor a di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de

Têkildarî geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk wiha ragihand: "Hevpeymana bi hikumeta Sûriyê re, ku ji erka wê ye parastina sînor û serweriya Sûriyê bike, da ku artêşa Sûriyê li seraserî sînorê Sûriyê-Tirkiyê erkdar bibin û bi li dijî dijmin destekê bidin QSD`ê û herêmên artêşa Tirk û çeteyên wê dagirkirine rizgar bikin, ev hevpeyman hate ragihandin, li ser vî esasî ev hevpeyman dê ji bo rizgarkirina herêm, bajar û gundên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, ên wekî Efrîn û bajarên din ên Sûriyê fersend be."

(fr-eh) 

ANHA