El-Mihbaş: Lihevkirin leşkerî ye û tu guhertin li ser nexşeya rêveberiyê çênabe

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebdilhamid El-Mihbaş got ku li hevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Hikumeta Sûriyê, li hevkirineke leşkerî ye û bi erêkirina Rûsya pêk hat, Rêveberiya Xweser dê karê xwe dewam bike û tu guhertin di nexşeya rêveberiyê de tine ye.

El-Mihbaş: Lihevkirin leşkerî ye û tu guhertin li ser nexşeya rêveberiyê çênabe
14 cotmeh, 2019   10:29
QAMIŞLO

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebdilhamid El-Mihbaş ji ANHA`yê re behsa lihevkirina ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hêzên Hikumetê Sûriyê de pêk hat, kir.

Der bare mijarê, El-Mihbaş wiha got: "Lihevkirina di navbera QSD`ê û Hikumeta Sûriyê lihevkirineke leşkerî ye, dê hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi dewleta Tirkiyê re ji Minbicê, Reqa, Hesekê û Qamişlo û heta nuqteya li Dêrikê belav bibe."

El-Mihbaş diyar kir ku lihevkirina ku çêbû, bi zanebûn û erêkirina Rûsya pêk hat, dê artêş li hundirê bajaran belav nebe.

El-Mihbaş wiha domand: "Belavkirin dê li ser sînor be, armanca wê têkbirina êrîşa Tirkiyê ye û derxistina artêşa Tirk a ku parçeyek ji herêmên Sûriyê dagir kir û serdestiya Sûriyê di parçeyekî ji sînorê li Cizîrê û Reqayê binpê kir."

El-Mihbaş got: “Lihevkirina heyî "Lihevkirina leşkerî" ye ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya xwe ya xweser û 7 ên sivîl dê karê xwe yê rêveberiyê mîna berê bike û tu guhertin li ser nexşeya rêveberiyê çênabe.

(jo)

ANHA