Li Serêkaniyê, QSD`ê li çeteyan da, 7 hatin kuştin

Şervanên QSD`ê li herêma pêşesazî ya Serêkaniyê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan, di encamê de 7 çete hatin kuştin û panzêrek jî hate teqandin. Li çerxreya Mîtan jî şer giran e.

Li Serêkaniyê, QSD`ê li çeteyan da, 7 hatin kuştin
13 cotmeh, 2019   08:38
HESEKÊ

Her wiha li navçeya Til Helef a rojavayî bajarê Serêkaniyê, balafireke kefşê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate xistin.  Di heman demê de, li bajarok şerên giran rû didin.

Her wiha li mezreya Micê ya rojhilatê bajarê Serêkaniyê şer dijwar e.

(kc)

ANHA