Ji Rêveberiya Xweser banga lezgîn

Rêveberiya Xweser banga lezgîn li Meclisa Ewlehiyê, Koalîsyona Navdewletî, Komkara Erebî û Yekitiya Ewropayê kir ku şer ber bi kampên ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de diçe. Her wiha diyar kir ku heger rewş ji bin serweriya wan derkeve dê xetereyê li ser tevahî cîhanê çêke.

Ji Rêveberiya Xweser banga lezgîn
13 cotmeh, 2019   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên di kampa Eyn Îsa de banga lezgîn kir û got hinek malbat bi alîkariya çeteyên dewleta Tirk ji kampê reviyane.

Di banga lezgîn de wiha hate gotin: "Ji tevahî dewletên Meclisa Ewlehiyê, Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê, Komkara Erebî, Yekitiya Ewropayê û tevahî rêxistinên mafên mirovan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bêserûber nêzî kampa Eyn Îsa ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de ne, dibe. Hinek malbat piştî topbarana çeteyan li ser kampê reviyan. Ev yek destekê dide ku rêxistina DAIŞ`ê ji nû ve aktîf bibe.

Ji ber wê em bang li we dikin ku hûn bi berpirsyariya xwe rabin. Destwerdana lezgîn bikin da ku tu karesat çênebin. Ev karesat dê ne tenê bandore li Sûriyê bike, lê heger rewş ji bin serweriya me derkeve, dê bandorê li we tevan bike."

Li gorî çavdêran ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku qirkirina etnîk li dijî gelê Kurd û xiristiyanan pêk bîne, ji nû ve DAIŞ`ê aktîf bike û alîkariya wan bike da ku ji nû ve hêza xwe kom bikin, bi taybet ku dewleta Tirk a dagirker kampek ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne, topbaran dike.

(bx)

ANHA