Şervanên li eniyên Serêkaniyê: Em ê li ber xwe bidin

Şervanên li navçeya Serêkaniyê ku bersiva êrîşên dagirkeriya Tirkiyê didin, got “Xak xaka me ye û soza me heta dawiyê parastin û berxwedan e.”

Şervanên li eniyên Serêkaniyê: Em ê li ber xwe bidin
13 cotmeh, 2019   09:08
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike û şervanên QSD`ê bi berxwedana xwe destanên lehengiyê pêk tînin.

Şervanên ku bersiva artêşa Tirk a dagirker li navçeya Serêkaniyê ya kantona Hesekê didin, piştrast kir ku ew ê heta têkbirina dagirkeriyê parastina bajêr bikin.

Endama Hêzên Parastina Civakî-Jin wiha got: " Ev 4 roj e dagirkeriya Tirkiyê êrîşên hovane pêk tînin, lê çi qas êrîşên xwe zêde bikin, em natirsin û dev ji xaka xwe bernadin."

Endama HPC`ê wiha domand: "Şerekî pir giran li bajêr rû dide, soza me parastin û berxwedane heta dawiyê, em ê her tim vê dirûşmê bibêjin û serkeftin para me ye."

(jo)

ANHA