Di encama hedefgirtina gundê Şêx Îsa li Şehbayê 6 sivîl birîndar bûn

Di encama berdewamkirina topbarana artêşaTirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên kantona Şehbayê û Efrînê 6 sivîl birîndar bûn.

Di encama hedefgirtina gundê Şêx Îsa li Şehbayê 6 sivîl birîndar bûn
Di encama hedefgirtina gundê Şêx Îsa li Şehbayê 6 sivîl birîndar bûn
Di encama hedefgirtina gundê Şêx Îsa li Şehbayê 6 sivîl birîndar bûn
Di encama hedefgirtina gundê Şêx Îsa li Şehbayê 6 sivîl birîndar bûn
11 cotmeh, 2019   16:20
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarên Mari û Ezazê gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê bi obûs û hawinan kirin hedef. Di encamê de 6 sivîl ji malbatekê  di nav de du zarok birîndar bûn.

Birîndar ev in; Zerîfe Hemaco (59) destê wê yê çepê qut bû, Kewser Hemaco (6) di serê xwe de birîndar bû, Cemal Hemaco (4) di serê xwe de birîndar bû, Zêneb Hemaco (14), Ayşe Hemaco (13) û Mihemed Hemaco (9).

(şx)

ANHA