Şêniyên Dirbêsiyê du şehîdên ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li berxwe dane veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazyên şehîdên ku li hermber êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Dibêsiyê li berxwe dane û şehîde bûne li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê veşartin.

Şêniyên Dirbêsiyê du şehîdên ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li berxwe dane veşartin
11 cotmeh, 2019   14:38
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên her du şehîdên Hêzên Sûriye Demokratîk Ciwan Çîlo bi nasnav Reşîd û Elî Xilo bi nasnav Murdem ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Ristem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê YPJ Şîlan Nurdem û bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk Silêman Xelîl axivîn.

Axaftvanan berdewamkirina berxwedanê li hermber êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kirin. Her wiha destnîşan kirin ku artêşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca qirkirina gelên herêmê û dagirkirina herêmê êrîş dikin.

Piştî wê wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Malbatên şehîdan berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker teqez kirin.

Piştra girseya gel cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Ristem Cûdî veşartin.

ANHA