Dagirkeriya Tirk careke din êrîşî bir ser gundê Şewarxe

Artêşa Tirk a dagirker gundê Şewarxe yê navçeya Şera ya kantona Efrînê bi obusan topban dike.

Dagirkeriya Tirk careke din êrîşî bir ser gundê Şewarxe
11 cotmeh, 2019   13:01
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Şewarxe yê navçeya Şera ya kantona Efrînê topban dikin. Hate gotin ku bi dehan top li gund ketine.

Topban hîna berdewam e.

Duh jî di saetên derengî şevê dagirkeran heman gund dabûn ber topan.

(bb)

ANHA