Opozîsyona Sûriyê: Êrîşên li ser bakurê Sûriyê tenê xewneke kevn in

Partî û komên di nava opozîsyona Sûriyê de cih digirin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û gotin ev çeteyên Tirkiyê yên siyasî rê li pêşiya vê yekê vedikin û vê yekê wek “xewneke kevn” bi nav dikin.

Opozîsyona Sûriyê: Êrîşên li ser bakurê Sûriyê tenê xewneke kevn in
11 cotmeh, 2019   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk helwestên komên di bin bane ‘Desteya Diyalogên Bilind’ de cihê xwe digirin, bi nakok in. Deste ji platformên Qahîre, Moskov, Riyad û desteyên koordîneyên navneteweyî û yên serbixwe pêk tê.

Platforma Qahîreye êrîşên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê red kirin û wiha ragihand: "Em wek Platforma Qahîreyê piştî serokê Amerîkayê hêzên xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişandin, di navbera dewleta Tirk û Bakurê Sûriyê de şer derket û em li hemberî vê yekê nerehet in."

Platforma Qahîreyê wiha li daxuyaniya xwe zêde kir: "Em bi tundî van kiryarên leşkerî red dikin, her wiha em wek şerê li Sûriyê dinirxînin ku dê sivîlan bike qurban, pêla koçberiyê û penaberiyê xurttir bike, her wiha dê çareseriya siyasî aloztir bike. Tê zanîn ku hêj hêzên siyasî yên neteweyî ji bo çareseriya Sûriya demokratîk û yekitiya gelan dixebitin."

Platfora Qahîreyê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em hemû guhartinên demografîk, kiryarên tund ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin.”

Partiya Rêveberiya Gel ku serokê Platfora Moskovê Qedrî Cemîl serokê wê ye, destwerdanên Tirkiyê wek dijminê diyarker wesif kirin û bang kir ku êrîşan yekser rawestînin û li gorî pîvanên diyalogên Astanayê yên di nava zagonên navdewletî de tev bigerin.

Têkildarî doza kurdî partî dibîne ku bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî, û proseyên siyasî yên ku biryara 2254’an wê bi rê ve dibe û rêya parastina xaka Sûriyê tê çareserkirin.

Her wiha çeteyên Tirkiyê ku bi Neser El-Herîrî tên naskirin û Desteya Diyalogan wan bi rê ve dibe û rê li pêşiya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedikin, diyar kirk u "Herêma ewle xewneke kevn e."

Ji derveyî komên çete yên ku desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin, hemû gelê Sûriyê êrîşên deweta Tirk red dikin.

(eh)