Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Helebê hate şermezarkirin.

Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Xelkê Helebê dagirkeriya Tirk şermezar kir
10 cotmeh, 2019   19:48
HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dehan kesan êrîşa bi armanca qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xistin.

Şêniyan mişele û pankartên bi nivîsên "Ji osmaniya nû re, ji dagirkeriya Tirk a li xaka Sûriyê re na" hilda bûn û ji ber hola civînan a 8‘ê Adarê ya beşê rojhilatê taxê dest bi meşê kirin. Di navberê de dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker berz dikirin.

Meş pişî li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûdê geriyan li qada Serok Apo rawestiya.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Kînan Osman axivî û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê nem û nemanê dikin. Em amade ne li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin. "

Rêvebera Buroya Ciwanan a MSD‘ê Mejdolîn Îbo jî axivî û êrîşên dagirkeriya Tirk şeremzar kirin.

ANHA