El-Sîsî: Misr êrîşa dewleta Tirk li ser Sûriyê red dike

Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin. El-Sîsî teqez kir ku ew êrîş qanûna navdewletî binpê dikin.

El-Sîsî: Misr êrîşa dewleta Tirk li ser Sûriyê red dike
10 cotmeh, 2019   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê serokatiya Misrê balyoz Besam Radî got serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî di danûstandinên wî bi qiralê Urdunê Abdullahê Duyemîn re tekez kir ku Misr êrîşa dewleta Tirk li ser serdestiya Sûriyê red dike.

El-Sîsî teqez kir ku êrîşên dewleta Tirk li dijî rêgezên qanûna navdewletî û rewabûna navdewletî ye.

El-Sîsî hişyarî ji encamên neyînî li ser yekitiya Sûriyê, ewlehiya herêmî û xebata siyasî li Sûriyê li gorî biryara meclisa ewlehiya ya bi hejmar 2254 da.

Gelek dewletên erebî û ewropî yên çalak rave kirin ku ew êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Her wiha dewletên erebî banga li darxistina civînek awarte ji meclisa ewlehiyê re kirin ji bo ku êrîşan nîqaş bikin. Di vê çarçoveyê de El-Camîa El-Erebiyê dê civînek awarte roja Şemiyê li dar bixe.

(şx)