Bêhna berxwedanê ji Serêkaniyê difûre

Dîsa bêhna berxwedanê ji bajarê Serêkaniyê difûre ku di destpêka şoreşa li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û Artêşa Azad a bi piştevaniya dewleta Tirk de bi ser ket. Şêniyên bajêr rahişt çekan û piştrast kir ku dê qehremaniya berxwedana Serêkaniyê ya li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê vejînin.

Bêhna berxwedanê ji Serêkaniyê difûre
10 cotmeh, 2019   11:00
HESEKÊ - EHMED SEMÎR-BASIL REŞÎD

Piştî hinek şêniyên ji bajarê Serêkaniyê ji zarok û jinan di encama bombebarana artêşa dagirker a Tirk de derketin keç, xort û mêr dîsa vegerîn bajêr û rahiştin çekan ku parastina xaka xwe li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê bikin.

Rûdanên ku duh (çarşemê) ji bombebaranên balafirên artêşa dagirker a Tirk li dijî Serêkaniyê û amadekirina girseya çeteyên Cebhet El-Nusra û çeteyên bi navê Ceyş El-Wetenî li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de, vedigerîne rojên berxwedana ku şênî û şervanan li Serêkaniyê li dijî çeteyên Cebheta El-Nusra û derxistina wan ji bajêr di salên 2012-2013’an de piştî berxwedana qehremanî ya şêniyên li dijî wan.

Îro jî bêhna berxwedanê ya ku şêniyên Serêkaniyê di destpêka şoreşa Rojava de li dijî çeteyên Cebheta El-Nusra pêk aniyê ji nû ve li bajarê difûre. Piştî bombebarana artêşa dagirker a Tirk û bi gurbûna êrîşên Tirkiyê re; keç, xort, mêr û kalemêran rahişt çek û tivingan da ku li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê şer bikin. Her wiha jî li gel Meclisa Leşkerî ya bajarê Serêkaniyê barê parastina kolan, tax û sînor hilda ser xwe.

Bi gerîna balafirên artêşa dagirker a Tirk li asîmana bajarê Serêkaniyê, ji duh(çarşem) ve heta vê kêliyyê nesekiniye. Şêniyên bajarê Serêkaniyê û şervanên wê di eniyên şer de ne û ji balafirên Tirkiyê û bombebaranên li dijî bajêr natirsin. Û ne jî ji girseya çete yên li ser sînor ku berê li ser destê wan têk çûne jî, natirsin.

Jina bi navê Nazlî Can bi serbilindî got: "Em li dijî artêşa dagirker a Tirk bi rih û moraleke bilind li ber xwe didin. Nazlî wiha lê zêde kir: Dê parastina xaka xwe heta nefesa dawîn bikin, heta ku top  û balafirên xwe li dijî bi kar anîn û li hember wan bin û vîna me têk naçe."

Ji aliyê xwe ve jî xortê bi navê Abdullah Şêxmûs ku parastina taxa bajêr dikir wiha anî ziman: " Em li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê amade ne û nastirsin." Her wiha ji îro me çek ji parastina bajarê xwe rakir û xak, ax û welatê xwe ji biyaniyan re nahêlin.

Şêxmûs wiha domand: "Me jin û zarokê ji bajêr derxistin û xort û keç vegerîn bajêr da ku parastina wê bikin. ji lew re dibêjim ku heta tevahî cîhanê êrîş me bike û pê re jî Erdogan, dê parastina nirxên xwe bikin."

Ji aliyekî dîtir ve jî ciwanê bi navê Mesûm Xorî der barê çeteyên Erdogan ên li ser sînor de wiha da zanîn: "Hûn ê di şerê li dijî me de bi bin bikevin. Ji ber bi vîn da ku parastina xak û namûsa xwe bikin, şer dikin. Lê hûn tenê xizmetkar û çeteyên Erdogan in. Di Serêkaniyê de dema ku we êrîş kirye, hûn şikandin. Dê vê carê we têk bibin".li rexê jî bi serbilindî pêde çû: "Divê hûn ji bîr nekin ku em qehremantiya berxwedana Serêkaniyê û têkbirina we li ser destê me, ji bîr nakin. Niha bi saya biratiya gelan bi hêztir bûne. tu kes li cîhanê tune ye ku me bişikîne."

Ciwan Ferhan Serêkaniyê der barê berxwedana Serêkaniya ya di 2013’an de li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra de pêk hatiye de wiha diyar kir: "Me şerekî qehremanî li dijî çeteyan pêk anî û heta me ew têkbirin parastina bajêr kir."

Ferhan wiha berdewam kir: "Dema ku li dijî çeteyan şer kir, min Serêkaniyê bi pira mertal nasî. Ji lew re heke ew pir têkçû. Dê her tişt têk biçe. Ji lew re jî divê tiving li dijî dijmin tilîlî bike. heke tilîlî nekir dê şeref, namûs xak biçe. Ji ber ku Tirk dijminekî Osmanî ya kevin ji Kurdan re ye."

Ferhan li dawiyê bang li gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê kir ku refa xwe bikin yek û li rex Kurdên Rojava di vê qonaxa hesas de bisekinin.

Der barê şerê dimeşînin û rahiştina çekê li rex Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Ferhan Serêkaniyê bal kişand ser û diyar kir ku xort, keç û kalemêr îro çek ji bo aştiya tevahî gelan û bidawîkirina zilma ku bi ser gel ji hêla artêşa dagirker a Tirk ve tê, rakiriye.

(fr)