Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê axivî: Bila Tirkiye bê cezakirin

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê di civîna çapemeniyê de axivî. Îlham Ehmed bang li hêzên navneteweyî kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin.

Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê axivî: Bila Tirkiye bê cezakirin
10 cotmeh, 2019   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê di civîneke çapemeniyê de axivî û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi berpirsyarî tevbigere.

Îlham Ehmed diyar kir ku wan li dijî DAIŞ'ê 11 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dane û got, "Dibe ku DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin bike."

Îlham Ehmed diyar kir ku DYA‘yê li pişt sozên xwe nesekiniye û bang li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku "Herêma li firîna balafirên şer qedexe ava bikin û ji ber ku hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û Sûriyeyiyan koçber dike Tirkiyeyê ceza bikin."

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed anî ziman ku pêwîstî bi "çalakiya lezgîn" heye û anî ziman, ew ji nerazîbûnan kêfxweş in, lê belê divê bê kirin ku Tirkiye xwe vekişîne û pêkanîn lê bê ferzkirin. Îlham got, "Divê Tirkiye ji ber van kiryarên xwe bê cezakirin."

Îlham Ehmed her wiha diyar kir ku divê rejîma Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke eşkere nîşan bide.

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar jî di civînê de axivî. Derar anî ziman ku DAIŞ'iyên girtî gelekî metirsîdar in û dibe ku li girtîgehê serî hildin, lewma pêwîstiya wan hîn bêhtir bi piştevaniyê heye