`Tirkiye dixwaze dîroka Osmaniyan dubare bike û DAIŞ`ê vejîne`

Endamên rêveberiya Meclisa Herêma Efrînê got Tirkiye dixwaze dîroka Osmaniyan a li herêmê dubare bike û careke din DAIŞ`ê li herêmê vejîne.

`Tirkiye dixwaze dîroka Osmaniyan dubare bike û DAIŞ`ê vejîne`
9 cotmeh, 2019   11:04
ŞEHBA

Daxuyaniyên berpirsên Tirkan ên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin, di demekê de ku QSD`ê ji bo têkbirina êrîşên li ser gelan û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye, di heman demê de aliyên navneteweyî bê deng in, bi taybet piştî vekişandina Koalîsyona Navneteweyî hêzên xwe ji nuqteyên li Serêkaniyê û Girê Spî.

Der barê mijarê de, şêniyên Efrînê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser gefên Tirkiyê şermezar kirin û gotin QSD dikare li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bisekine, wekî çawa çeteyên DAIŞ`ê têk birin.

Hevserokê Meclisa Herêma Efrînê Mihemed Neso wiha got: "Bêdengiya navneteweyî têkildarî dagirkirina Tirkiyê li xaka Sûriyê û taybet li Efrînê hişt ku Tirkiye gefên xwe zêde bike."

Mihemed wiha domand: "QSD`ê yek gule ber bi xaka Tirkiyê ve  neavêt, lê Tirkiye hewl dide bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî herêman dagir bike. Pêkhateyên herêmê li pêşiya gefan xwe radest nakin û dê li ber xwe bidin. Ji ber ku mafê wan ê rewa ye ku parastina xak û welatê xwe bikin."

Her wiha endama rêveberiya Desteya Jinan li Kampa Berxwedan, Zelûxe Reşîd behsa gefên Erdogan kir û vekişandina Koalîsyona Navneteweyî ji herêma sînor şermezar kir.

Zelûxe destnîşan kir ku baweriya wan bi hêza wan heye û dê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê li hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û bi ser bikevin.

Paşê hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Efrînê Silêman Cefer wiha got: "Gefên dagirkeriya Tirk ji herêmên me re ne nû ne. Erdogan bi hezaran çete şandin da ku dîroka Osmaniyan li herêmê dubare bike."

Silêman wiha domand: "Dagirkeriya Tirkiyê dixwaze bi komkirina çeteyên xwe di bin navê DAIŞ`ê de li Kobanê û Şingalê, dîroka Osmaniyan bide vejandin. Lê hêza tekane ku dikaribû li pêşiya çeteyên DAIŞ`ê bisekine û têk bibe, QSD bû. Bi şikandina DAIŞ`ê xeyalê dagirkeriya Tirkiyê têk çûn, li ser vê bingehê gef didomin."

Silêman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku 2 armancên gefên Erdogan hene; a yekemîn domandina projeya n ku herêmên Bakurê Sûriyê û herêma Kurdistanê tev li Iraqê bike û armanca duyemîn jî vejandina DAIŞ`ê ye.

(jo)

ANHA