Hiqûqnas: Komploya navneteweyî şikandina vîna Kurdan kiribû armanc

Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo got komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, di esasê xwe de gelê Kurd kiriye hedef û anî ziman ku dagirkirina Efrînê beşeke vê komployê bû.

Hiqûqnas: Komploya navneteweyî şikandina vîna Kurdan kiribû armanc
9 cotmeh, 2019   06:07
ŞEHBA – HENAN MIHEMED – MIZGÎN HEMO

Bi rasthatina salvegera 21`emîn a komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, hiqûqnas Îbrahîm Şêxo li ser komployê ku çend dewletan li dijî gelê Kurd pêk aniye, axivî. Îbrahîm Şêx destnîşan kir ku Tirkiye û rejîma Sûriyê di sala 1998`an de rêkeftina Edeneyê ya ewlehiyê îmze kir da ku rêber Abdulah Ocalan ji Sûriyê derxin. Di encama vê rêkeftinê de Ocalan di 15 Sibata 1999`an de hate girtin.

Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo diyar kir ku armanca komployê şikandina îradeya gelê Kurd e û neçarkirina Kurdan da ku dest ji maf û daxwazên xwe yên rewa berdin. Şêxo nî ziman ku dewletên komploger texmîn dikir ku bi girtina rêber Ocalan re dê dawî li şoreşa Kurd were, lê wan nedizanî ku gelê Kurd teslîmî komployan nabe.

Şêxo da zanîn ku civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqnas ên mirovî jî di dema komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, bê deng man. Ev yek jî dide xuyakirin ku komploya gelê Kurd kiribû armanc, heta niha berdewam dike û dagirkirina Efrînê jî beşeke wê komployê ye.

Şêxo bal kişande ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin û dizînê û rûxandina sirûştê ku li Efrînê rû dide û diyar kir ku dagirkeriya Tirk li hemberî vê bêdengiya der heqê gelê Kurd de, zêde dike. 

Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li saziyên hiqûqa mafên mirovan kir ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin û mafên wî mîsoger bikin. Şêxo got Ocalan xwediyê projeya demokratîk e ku gelên herêmê ji koletiyê xilas dike.

(rr)

ANHA