Kurdistaniyên Lubnanê gefên Tirkiyê û komploya 9‘ê Cotmehê şermezar kirin

Kurdistaniyên li Lubnanê gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan de şermezar kirin.

Kurdistaniyên Lubnanê gefên Tirkiyê û komploya 9‘ê Cotmehê şermezar kirin
8 cotmeh, 2019   18:27
BEYRÛT

Bi zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmên  Bakur û  Rojhilatê Sûriyê li gel salvegera 21`an a komploya navnetewî ya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Kongreya Star a Lubnanê civînek ji jinan re li dar xist.

Civîn li paytexta Lubnan Beyrûtê bi tevlibûna hejmarek jin li dar ket. Jinan gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin armanca Tirkiyê, dagirkirina herêmê, têkbirina ewlehiya wê, koçberkirina gelên wê û guhertina demografiya wê ye mîna ku li Efrînê kiriye.

Beşdaran komploya navnetewî ya li dijî  Rêber Ocalan de ya ku di 9‘ê Cotmeha 1998`an de destpê kiriye şermezar kirin û diyar kirin ku komplo bi rêya ferzkirina tecrîda girankirî li Rêber Ocalan berdewam e. Jinan gotin ku komplogeran armanc kirin ku rê li pêşiya projeyên demokratîk û çareseriyên aloziya Rojhilata Navîn bi giştî û doza gelê Kurd bi taybet girtin.

Di dawiya civînê de jinan pêwîstiya mezinkirina gelê kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta têkoşînê di hemû astan destnîşan kir. Jinan diyar kirin ku divê têkoşîn û wefedariya şehîd Arîn Mîrkan bibe sembol û nimuneya berxwedana li hember hemû gefên ku axa ku bi fedekariyên şehîdan û xwîna Arîn û hevalên din rizgar bûne dike hedef.

(şx)

ANHA