Rojeva rojnameyên erebî – 8 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê mijara vekişîna hêzên Amerîkayê ji sînorên Sûriyê û êrîşa Tirkiyê li dijî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê, her wiha geşdanên li Iraq û Lîbyayê û hilbijartinên Tûnisê de nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî – 8 Cotmeh
8 cotmeh, 2019   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Beyan: Biryara Trump a vekişandina hêzan nayê wateya ku dê ji Sûriyê vekişe

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî: "Berpirsekî payebilin ê Amerîkayê roja duşemê ragihand ku biryara serok Donald Trump a vekişîna hêzên Amerîkayê yên li ser sînorên Tirkiyê û Sûriyê tenê vekişîna 50 ta 100 leşekrên hêzên teaybet e, dê ji bo baregehên din ên li Sûiryê bêne veguheztin".

Berpirs got: "Ev ne vekişina ji Sûriyê ye" her wiha diyar kir ku veguheztina hêzan nayê wateya ku rêdana operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li dijî hêzên Kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye".

El-Îmarat El-Yaum: Trump gef da ku dê aboriya Tirkiyê helweşînê eger "sînoran derbas kirin"

Rojnameya El-Îmarat El-Yaum nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump duh hişyariyên dijwar dane rejîma Tirkiyê, piştî ku dihate payin serokê Tirkiyê Racab Tayyip Erdgogan li dijî Bakurê Sûriyê êrîşekê pêk bîne. Trump bi rêya Twitterê got "Eger Tirkiyê kiryareke ku li gorî me ji derveyî sînoran e, ez ê aboriya wê hilweşînim".

Serokê Amerîkayê teqez kir ku rêveberiya wî di gekek dosyayan de biser ket, yek ji wan jî tunekirina rêxistina DAIŞ`ê ye.

Trump got ku ew hatiye hilbijartin da ku Amerîkayê ji şerên vala yên bê dawî derxîne.

Fransayê jî hişyarî da Tirkiyê ku kiryarên li dijî berjewndiyên hevpeymana li dijî rêxistina DAIŞ`ê neke.

El-Ereb : Al-Nahda ji 69 kursiyan bû 40

Der barê rewşa Tûnisê rojnameyê nivîsî:"Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên perlemanê li Tûnisê, tevgera Al-Nahda ya Islamî nêzî 29 kursiyên xwe winda kirin. Tevgerê ji 217 kursiyan tenê 40 bidest xistin, li di hijbiratinên sala 2011`an de ji 89 kursiyan 69 bidest xistinbûn.

Li gorî van encaman tevgerê nêzî nîvê dengdêrên xwe winda kirine, sedemên vê jî li gorî çavdêran ewe ku alîgirên tevgerê yên tundrew, ne razîne ku tevgerê gelek pêveberdan kirine, da ku li ser desthilatdariyê bimîne, bi taybet di mijara pêkanîna `Şerî,et`ê` û helwstên wê barmaber alîgirên rejîma berê.

Çavdêr dibêjin ku dengên van alîgiran çûye ji koalisyona El-Karama re, ku 18 kursî bidest xistin û parêzer Seyfedîn Mexlûf yên nêzî Islamiyan serokatiya wê dike.

Şeriq El-Ewset : "gotgota provekasyonê" li Bexdayê bilind dibe

Der barê geşedanên li Iraqê rojnameyê nivîsî: "Berpirsekî payebilin duh ji Şeriq El-Ewset" re hûrguliyên "provekasyona" ku hin alî ji bo hilweşandina sistema siyasî pêk tînin, vegotin.

Berpirsê ku navê xwe eşkere nekir got ku hin "Aliyên weke takekes hatine birêxistinkirin" ketine nava xwepêşandêran "da ku tevliheviyê bikin, êrîşî hêzên ewlehiyê û xwepêşandêran bikin, da ku amadekariyên provekasyonê pêk bînin".

Li gorî berpirs "plan ew bû ku her heşt deriyên Bexdayê bêne girtin û rêya balefirgehê bête birîn, lê aliyên têkildar agahdar bûn û dest danîn ser rewşê". Her wiha got "Ev aliyên sêyemîn, segvanên profesyonel bikar anîn da ku xwepêşanêdran û hêzên ewlehiyê bikujin.

Serokê desteya "Heşda Şabî", Falih Feyad diyar kir ku hin aliyan xwest ku aramiya Iraqê û yekîtiya wê têk bibin. Her wiha da zanîn ku Heşda Şabî dixwaze gendeliy tê bibe, ne rejîmê hilweşîne".

El-Ereb : binkeftinên milîsên Terabulsê rê li pêşiya destpêkirina diyalogê vedike

Rojnameyê nivîsî:"Hêzên Artêşa Lîbyaya li dijî depoyên milîsên li derdora paytext Trabuls`ê êrîşên asmanî pêk anîn, û li gelek deverên din liva tevgerê dike, li herêma Al-ezîziyê jî pêş dikeve, beriya destpêkirina hevdîtinên di bin çavdêriya navdewletî, hewil dide ku milîsên li derdrora paytextê têk bibe û wan ji paytextê dûrxîne.

Navenda ragihandinê ya artêşa Lîbyayê ya bi serokatiya Xelfa Hafter şeva yekşemê ragihand ku êrîşên asmanî li dijî baregehên milîsên alîgirên hikûmeta Wifaq`ê, li devera Al-ezîziyê û fakulteya hêzên asmanî ya bajarê Misrata û baregeha Qerdabiyê, dewam dikin.

Di vê navberê de hin çavkaniyan ji El-Ereb  re ragihandin ku rêveberiya Amerîkayê, der barê derbaskirina Dron`an bo Lîbyayê, fişar li Tirkiyê kirine.

Li gorî çavkaniyên me, têkiliyên Waşington û Anqerê yên der barê Lîbyayê de, girêdayî hevdîtinên wan ên der barê aloziya Sûriyê de ne. Dê Anqerê bipejirîne ku Dron`an nede hikûmeta Wifaq`ê, beramberî wê jî Wanşington dê hêzên xwe ji bakurê rojhilatê Ferat`ê bikşîne da ku Tirkiyê li herêmê operasyonê pêk bîne".

(kn)