Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Em amade ne xaka xwe biparêzin

Rêveberiya Sivîl a Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku amade ne herêmê biparêzin û bang li tevahiya gel kir ku destekê bidin hêzên xwe û yekrêz bin.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Em amade ne xaka xwe biparêzin
7 cotmeh, 2019   11:58
MINBIC

Li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê ji raya giştî re daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyê û parastina me ji aştî û jiyana hevbeş re, her wiha israra me di pêkanîna aştî û aramiyê de, parastina destkeftiyan, parastina mekanîzmaya ewlehiya sînorê bi Tirkiyê re, piştî ku me teror têk bir û komên DAIŞ`ê tune kirin, bêwefayiya hêzên Amerîkayê ji pîvanên parastina ewlehiya herêmê, em wek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, ji her kesî re eşkere dikin ku em amade ne li dijî gefên Tirkiyê xaka xwe biparêzin.

Her wiha bang li gellên Ereb, Tirkmen û Çerkez dikin ku li gel hêzên parastina welêt yekrêz bin."

(eh)

ANHA