Îmad Serêkaniyê: Em ê parastina gelê xwe bikin û pişta xwe nadin hêzên derve

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Serêkaniyê destnîşan kir ku ew pişta xwe nadin hêzên derve, her wiha da zanîn ku divê cîhan baş bizane ku dê şerekî cîhanî bi serkêşiya Erdogan li herêmê pêk were û got "Em ê ji bo parastina gel û herêmê her tiştî bikin."

Îmad Serêkaniyê: Em ê parastina gelê xwe bikin û pişta xwe nadin hêzên derve
7 cotmeh, 2019   10:43
HESEKÊ – EHMED SEMÎR – BASIL REŞÎD

Der barê vekişandina hêzên Koalîsyona Navneteweyî tevî alavên leşkerî ji nuqteyên sînor ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, ji fermandarên Meclisa Leşkerî yê Serêkaniyê Îmad Serêkaniyê ji ANHA`yê re axivî.

Îmad Serêkaniyê got: "Agahiya me ji hevpeymana ku di navbera Koalîsyona Navneteweyî û dewleta Tirk de tune bû ku di encama wê de hêzên koalîsyonê ji baregehên xwe yên li ser sînor vekişîn."

‘Em pişta xwe nadin hêzên derve’

Îmad Serêkaniyê wiha axivî: "Em pişta xwe nadin hêzên derve, em pişta xwe didin hêz û gelê xwe. Hebûn û tunebûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li ser xaka wan, îradeya me ya ji bo parastina xak û gelê me naşikîne."

Der barê gefên dewleta Tirk ên êrîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Îmad Serêkaniyê wiha got: "Em van gefan cidî dibînin. Eger êrîşek bi ser herêmên me de çêbe, em ê parastina herêm û gelê xwe bikin.”

‘Divê cîhan baş bizane ku dê şerekî cîhanî bi serkêşiya Erdogan pêk were`

Her wiha der barê daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD`ê de ku diyar kir ku eger dewleta Tirk êrîşî herêmê bike, dê şerek li ser sînorê di navbera Tirkiye û Bakurê Sûriyê dest pê bike, Îmad Serêkaniyê wiha got: "Em dibêjin ku eger guleyek gelê me bike armanc, em ê bi rêya biryara fermandariya xwe parastinê bikin û şerek li ser sînorê di navbera bakurê Sûriyê û Tirkiyê de dê dest pê bike."

Fermandar Îmad Serêkaniyê wiha domand: "Divê cîhan bizane ku eger êrîşek ser herêmê pêk were, dê şerekî cîhanî bi serkêşiya Erdogan li herêmê çêbe."

Di dawiya axaftina xwe de Îmad wiha got: "Ev şer li ser hemû cîhanê xetere ye û em ê erka xwe ya parastina gel û xaka xwe pêk bînin."

(jo)

ANHA